Bi wênsaz Fatoş Îrven re li ser hunera hevdem hevpeyvîn

  • 09:02 2 Kanûn 2018
  • Rojane
Kîbriye Evren
 
AMED - Wênesaz û mamoste Fatoş Îrven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye pirsên rojnameger Kîbriye Evren bersivand. Fatoşê bal kişand ser bandora pêvajoya ya girtîgehê li ser hunerê û wiha got: “Ji ber tengbûna qadê, enerjiya potansiyela zîhnî û beden dikare derkeve holê.”
 
Wênesaz û mamoste Fatoş Îrven di serê sala 2017’an de hat binçavkirin û bi îfada şahidê veşarî bi 3 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê hat cezakirin. Fatoş salek û 3 meh e li girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye. Fatoşê li girtîgehê der barê hunerê de ji rojnameger Kîbriye Evren re axivî.
 
*Hun dikarin xwe bidin nasîn? Fatoş Îvren kî ye?
 
Ez jinek femînîst, kurd û hunermendek hevdem im. 4 sal bû li Stenbolê bûm, lê li Sûra Amedê hatim dinê û mezin bûm. Min Beşa Hunera Xweşik a Zanîngeha Dîcleyê qedand. 
 
*Hun bi hunera hevdem re eleqeder dibin. Çîroka destpêka we ya hunerê çi ye?
 
Min xwe dît nedît huner û felsefe parçeyek ji jiyana min bû. Min di dibistanê de eleqe nîşan dida. Hawira em lê diman qelebalix bû. Ji ber vê belkî jî min berê xwe da huner û felsefê. Ez hemû metodên hundera hevdem bi kar bînim. Ez bi xwe wêneyê herî xweş îfade dikim, lê beyî wêne nabe. Em dikarin behsa karên performatîf, vîdeoart, wêneyên avaker, enstalasyon bikin. 
 
*Berhemên we li ku hatin raxistin? Ev pêvajo çawa pêş ketin?
 
Xebata min ya vîdeoyê ya bi navê SALT a di 2012’an de li Tuz Golu pêk hat. Ev performansê me li Stenbolê li ‘Hunera Dijber’ raxist. Piştre li Viyana Hînterland hat nîşandan. Li ser xebata min ya vîdeoart ya Pathologîcal Memorîze (Hişê Patolojîk) ez bi kuratorekî londonî re xebitîm. Li gelek welatan ev xebata min hat nîşandan. Li Stenbol, Berlîn, Fransa, Îtalya, Fas, Honkong û Morocco hat nîşan dan.
 
Min xebatek vîdeoyê ya ‘Şîryan’ jî derxist. Niha di pêşangeha li Depo pêk têde dikare bê dîtin. Ev kar di rojên borî de li Tehranê jî hat nîşandan. Her xebatek min çîrokek wê ya cuda heye. Di serê îlona 2017’an de li Amedê li ser vexwendiya hunera kolektîf a bi navê ‘Merkezkaç’ bi bernameyekê bi mirovan re hatim cem hev. Du roj şûnde jî ketim girtîgehê. 
 
*Pêvajoya girtîgehê bandorek çawa li ser jiyana hunera we kir?
 
Ji bo hilberînê tu alavê nadin me. Ez dikarim bêjim ku ji ber tengbûna qadê, enerjiya potansiyela zîhnî û beden dikare derveke holê. Dema nû hatim vir ji ber porê hevalan yên diweşiya min zehmetî kişand.Min porê wan kom kir û veguhert berhem. Hîna didome. 
 
*Hun wek jin û hunermendekê rewşa heyî û greva Leyla Guven çawa dinirxînin?
 
Şerekî global heye. Rojhilata Navîn di destê hêzên global de teqiya. OHAL tê berdewamkirin. Rewşa heyî li holê ye. Ji ber vê jî ez wek kesek girtî me, li ser Leyla Guven nesekinim ezê sekna jiyana xwe înkar bikim. Gireva Leylayê bêugman me dihejîne. Roj bi roj helîna wê me jî dipelçiqîne. Lê Leyla Guven desturê nade vê. Sekna wê, biryarbûna wê hêzê dide me.