Ji parêzerê Şuleyê li dijî STE’ê bertek: 5 meh e ev rapor tê amadekirin?

  • 09:01 2 Kanûn 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Parêzerê doza Şule Çet, Umur Yildirim diyar kir ku rapora Saziya Tipa edlî der barê mirina Şule Çet de amade kiriye, 19 rupelê wê ji îfadeyên şahid û gumanbaran û nîv rupel jî ji encamê re hatiye veqetandin û wiha got: “Di raporê de bersiva 5-6 pirsên dozgeriyê pirsîne tune. Di beşa encamê de tê dîtin ku SaziyaTipa Edlî dosya ji ser xwe avêtiye û gelo 5 meh e ev rapor tê amadekirn. Bi rastî jî wê ev rapor bihata amadekirin gelo?”
 
Li Enqereyê xwendekara zanîngehê Şule Çet ya 23 salî ji 20’emîn katê plazayê de hatibû avêtin û qetilkirn. Rapora saziya tipa edlî ya dihat payîn ket lêpirsîna derbarê dosyayê. 
 
Parêzerê Şule Çet, Umur Yildirim der barê rapora Tipa Edlî de nixandin kir. Umur diyar kir ku 19 rupelên raporê ji îfadeyên şahid û gumanbaran pêk tên û wiha got: “Nîv rupel jî encama wê ye. Di beşa encamê de Saziya tipa Edlî gotiye ‘Ez nagirim ser xwe’. Nirxandinek neyînî nekiriye. Çend esas hene. Mînak tê gotin ku têkiliya anal li Şuleyê hatiye ferzkirin. Heta niha raporek wisa ji îfadeyek zelal pêk tê tune ye. ya duyem jî di xwîna Şuleyê de derman heye. Gumanbaran her tim gotin ‘Psîkolojiya şuleyê xerab bû antîdepresan bi kar aniye.Hewl dida întîxar bike’. Lê di raporê de dibêjin ev ne dermanekî wisa ye tenê ji bo xerabûna xewê hatiye bikaranîn.”
 
‘Bersiva pirsên dozgeriyê tune’
 
Umur bi lêv kir ku bersiva 5-6 pirsên dozgeriyê tune ye û wiha pê de çû: “Mînak dozger gotiye ‘Hat kuştin û avêtin? An jî dema ketiye miriye?’ Bersiva vê pirsê tune ye. Bersiva pirsa ‘Şule hat xistin an jî întîxar kiriye? Jî tune ye.”
 
Umur di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev dosya 4-5 mehe li Saziya Tipa Edlî ye û wih agot: “Tenê ji bo vê dozger guherî. Gelo saziya Tipa Edlî 5 meh e ev rapor amade dikir? Bi rastî ev rapor dihat nivîsin. Ev 5 meh e nîv rupel rapor hat amadekirin. Ev rewşek balkêş e. Bersiva tu pirsê tune ye. Dosya ji ser xwe avêtine.”
 
Umur her wiha da xuyakirin ku wê îtîrazê raporê bikin û ev tişt anî ziman: “Ev ne bûyerek întîxarê ye. Ev cînayet e. Bûyer cînayet e lê dosya wek întîxarê hat vekirin. Di vê rewşê de ger ku  kujer neyên cezakirin wê kesên din jî berê xwe bidin van sûcan.”