ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2018'AN
- 09:00 2 Kanûn 2018
- Rojev
*Parêzerê doza Şule Çet, Umur Yildirim diyar kir ku rapora Saziya Tipa edlî der barê mirina Şule Çet de amade kiriye, 19 rupelê wê ji îfadeyên şahid û gumanbaran û nîv rupel jî ji encamê re hatiye veqetandin û wiha got: “Di raporê de bersiva 5-6 pirsên dozgeriyê pirsîne tune. Di beşa encamê de tê dîtin ku SaziyaTipa Edlî dosya ji ser xwe avêtiye û gelo 5 meh e ev rapor tê amadekirn. Bi rastî jî wê ev rapor bihata amadekirin gelo?”
*Wênesaz û mamoste Fatoş Îrven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye pirsên rojnameger Kîbriye Evren bersivand. Fatoşê bal kişand ser bandora pêvajoya ya girtîgehê li ser hunerê û wiha got: “Ji ber tengbûna qadê, enerjiya potansiyela zîhnî û beden dikare derkeve holê.”
*Ji bo cenazeyê Hacer Arslan ya ku 3 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bê dîtin lêpirsîn hatibû vekirin û di lêpirsînê de hat gotin ‘di berdewamkirina lêpirsînê de fêdeya hiqûqî tune ye’ û biryara neşopandinê hat dayîn.
*Beriya qeyûm li Wanê di bin banê Şaredariya Îpekyolê de nêzî 4 sal berê ji bo malbatên rewşa aboriya wan nebaş sera hatibû avakirin. Sereya li taxa Şerefiye hat avakirin, jin tê de dixebitin. Jina bi navê Perîşan Abî ya 4 sale li serayê dixebite diyar dike ku bi keda xwe hildiberînin û bi jinan re demê derbas dikin.
*Fîgen Şahîn di 2015’an de li Edenê hat binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkencê hatibû. Xwişka Fîgenê, Nurgul Turhal diyar kir ku tiştên xwişka wê li girtîgeha Burhaniyê dijî berdewama vê îşkencê ye û wiha got: “Fîgen bêdeng nema, ji ber vê hat cezakirin. Fîgenê di bin çavan de jî serî hilda. Ya dixwestin bipelçiqînin îradeya jinê bû.
*