‘Dixwazin dosyeya Tahir Elçî jî bidin jibîrkirin’
- 15:35 1 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Xizmên Windayan li Amedê ji bo aqûbeta windahiyên xwe bipirsin kom bûn û gotin: “Dixwazin dosyeya Tahir Elçî jî weke yê faîlên wan ne diyar bidin jibîrkirin, lê em ê destûrê nedin vê yekê.”
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” di hefteya 512’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya xwe li dar xist. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û Serokê CHP’ê yê Amedê Mehmet Sayîn beşdarî çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji ber qedexeya Walîtaiya Amedê ev 13 heftene çalakiya xwe di hûndir de li dar dixin û pêkanîna qedexeya walîtiyê carek din şermezar kir.
‘Di demên çûyî de bi ser hemû cînayetan hat girtin’
Adnan, anî ziman ku gelek îşkenceyên giran li mirovên herêmê hatin kirin û wiha bilêv kir: “Em van îşkenceyan weke ‘wehşetê’ binav dikin. Mirov ji malên xwe hatin kirin. Mirovan zarok û xizmên xwe winda kirin. Di salên 90’î de mirov dihat binçavkirin û dibûn qûrbanên faîlên wan ne diyar. Em weke parazvanên mafên mirovan û xizmên windakiriyan, bê navber têkoşînê vê yekê didin. Li ser vê erdnîgariyê me gelek faîlên kiryar ne diyar dîtin. Me gelek winda jî dan. Yek ji van jî Tahîr Elçiye. Bi awayekê kiryar nediyar Tahir Elçî hat qetilkirin. Elçî di têkoşîna windayan de ked mezin da, xwedî derket û bû şopdarê dozên wan. Sê sal bi ser kuştina Elçî re derbas bû. Di demên çûyî de ser hemû cînayetan hat girtin. Li vî welatî heya yek kuştinên kiryar nediyar hebin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin û şopdarê van dozan bin.”
Çîroka Alî Muldîr
Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr piştî Orhan çîroka Alî Muldîr ê di 1’ê Çileya 1994’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê hat serwinda kirin xwend û wiha got: “Di dîroka bûyerê de, polîs diçin mala Alî, pirsa wî û bavê wî Pîrmuz Muldîr dikin. Ji wê rojê û şûn de tu agahî ji Alî Muldir nayê girtin.”
15 sal şûnde serî li dozgeriyê dan
Ezgî Sila, da zanîn ku malbata Ali piştî operasyona li dijî Ergenekonê di 3’yê Sibata 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîlopî didin. Piştî serlêdanan lêpirsîn hat destpêkirin. Lê tiştekê erênî ji lêpirsînê derneket.”
Çalakvanan piştî axaftinan ji bo 5 deqan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.