Dayikên Şemiyê ji bo Şevket Epozdemîr û Tahir Elçî edalet xwestin

  • 15:03 1 Kanûn 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 714'emîn de çalakiya xwe di bin dorpêç û astengiya polisan de pek anîn. Dayikan di vê çalakiya xwe de ji bo parêzer Şevket Epozdemîr û Tahîr Elçî edalet xwestin. 
 
Dayikên Şemiye ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 714'an de çalakiya şemiyê berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê rastî dorpêç û astengiya polîsan hatin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kirin û destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Polîsan beriya çalakiyê kolana ku avahiya Şaxa ÎHD'ê lê ye dorpêç kirin. Tevî dorpêç û hemû astengiyan dîsa Dayik û mirovên Şemiyê li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Dayikan tîşort û êlekê ku wêneyên zarok û xizmên xwe yên winda li ser heye li xwe kirin. Dayikan wêneyên zarokên xwe yên winda hembêz kirin û qurnefil xistin destê xwe. Di çayakiya îro de Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Zeynel Ozen, Dilşad Canbaz û Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, lîstikvan Nûr Surer û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. 
 
Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî u Prz. Şevket Epozdemir pirsîn. Vê hefteyê Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyanî da û wiha got: "Em ji bo parêzerên xwe edaletê dixwazin. 15 hefte ye Qada Galatasarayê li çalakiyê me hatiye qedexekirin. Mafê me yê daxuyaniyê li dijî zagonan ji destê me hatiye girtin. Tu dewlet heta ku venêrtina hiqûqê ya li ser zagon, reveberin û çêkirina zagonan tune be ew dewlet nabe dewleta hiqûqê. Ji ber ku Tirkiye de dewleta hiqûqa demokratîk e, serxwebûna darazê û serdestiya hiqûqê ji holê rabûye. Em wekî welatî ji mafê xwe yê azadiyê hatine dûrxistin. Ewlehiya herî muhîm a parastina mafê me yê hiqûqî parêzer jî rastî îhlalên mezin tên. Di çalakiya me ya hefteya 714'an de ji bo em aqûbeta parêzerên xwe Şevket Epozdemîr û Tahir Elçî yên hatin kuştin bipirsin em li hev kom bûn. 
 
'Ji bo ronîkirinê lepirsinek çalak nehatiye kirin'
 
Masîde, destnîşan kir ku Elçî û Epozdemîr, bi evîna parastina hiqûqê li dijî sûcê mirovahiyê têkoşiyan û wiha got: "Elçî û Epozdemîr ji bo faîlên van sûcan bên ronîkirin têkoşiyan. Ji ber vê yekê rastî zext û tundiyê hatin. Ji bo mafê mirovan neparêzin rastî gefan hatin. Lê dîsa wan xebatên xwe berdewam kirin. Nûnerê ÎHD'ê yê Tedwanê Şevket Epozdemîr, li dijî îhlalên giran ên salên 90’an, ji ber li dijî binpêkirina mafan têkoşiya rastî gefan hat. Di 25'ê mijdara 1993Dan de ji mala xwe rat revandin û Roja dîtir li nêzî navçeya Norşînê kuştî hat dîtin. Malbatê serî li hemû rêyên zagonî dan. Lê heta niha kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Lêpirsîn 17 sal piştî cînayet pêk hat. 25 salin hêj cînayetê Şevket Epozdemîr nehatiye ronîkirin. Ji bo ronîkirinê lepirsinek çalak nehatiye kirin. " 
 
'Tahir Elçi ji bo mirovahiyê têkoşiya'
 
Masîde, bal kişand ser têkoşîna Elçî jî û wiha got: "Tahir Elçî, li dijî sûcê mirovahiyê tekoşiya. Parêzerekî li dijî sûcê mirovahiyê têdikoşiya. Ji ber vê yekê rastî gefên mezin hat. Dema Serokê Baroya Amedê bû kirin hedef û lînç kirin. Di 28'ê Mijdara 2015'an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûra Amedê dema ji bo parastina nirxen dîrokî û çandî daxuyanî didan guleyek berdan serê wî û kuştin. Lêkolîna cihê bûyerê 111 roj şûnde kirin. Di ser cînayetê re 3 sal borîn, lê hêj tu lêpirsîn tune ye." 
 
Masîde anî ziman ku daxwazên wan pir aşkere û zelal in û wiha bi dawî kir: "Daxwazên me pir zelal in. Em edaletê dixwazin. Ji bo parêzerên xwe Elçî û Epozdemîr em edaletê dixwazin. Em qada Galatasarayê ku ji bo windayan lê kom dibin dixwazin. " 
 
Piştre biraziyê Epozdemîr Firat Epozdemir jî axivî û wiha got: "Epozdemir bi her awayî helwestek bi rêgez û bi pîvan nîşan da. Bi baweriya mafên mirovan û demokrasiyê nêzî pîşeyê xwe yê parêzeriyê bû. Pir nêzî xweza, mirovan û bi taybetî pir nêzîkî zarokan bû. Bi zarokan re zarok û bi mezinan re mezin bû. Prz. Şevket Epozdemîr, li dijî dijminê xwe jî gul dirêjî destê wan dikir. Her dem li cem gel cih digirt. Ji bo gel ronî bike wekî findekê bû. Di nefesa xwe ya dawî de bi ken çavê xwe girt. Rêya Parêzer Medet Serhatlar, Prz. Faik Candanlar, Prz. Fuat Erdoganlar, Prz. Tahir Elçiler û PRz. Şevket Epozdemir rêya me ye."
 
'Hem rêheval hem jî parêzerê min bû'
 
Bavê Nûçegîhanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28'ê Tîrmeha 1993’an de li Bedlisê hat kuştin, Îshak Tepe jî diyar kir ku bi salan li gel Şevket Epozdemir xebitî û wiha got: "Epozdemîr hem hevalê min bû û hem jî parêzerê min bû. Di sala 1993'an de ji aliyê Fermandarê Tugaya Tetvanê General Korkmaz Tagma ve rastî gefan hat. Piştî civîna ku gef li parêzer xwar 15 roj şûnde kurê min Ferhat Tepe û 3 meh şûnde jî prz. Şevket Epozdemîr kuştin. Ji bo general Tagba bê darizandin me serî li hemû saziyan da. Em dê lêgerîna mafên xwe berdewam bikin." 
 
Çalakî piştre bêdeng bi dawî bû.