Bi sedan xwendekarên YYU'yê jehrî bûn

  • 13:23 1 Kanûn 2018
  • Rojane
WAN - 337 xwendekarên Zaningeha Yuzuncu Yil a Wanê bi gumana ku jehrî bûne li nexweşxaneyê hatin tedawîkirin. Rektorê zanîngehê Prof. Dr. PeyamÎ Battal jî îdia kir ku gelek xwendekarên ku xwarina wargehê nexwarine jî jehrî bûne. 
 
Do bi şev li gelek xwendekarên Zaningeha Yuzuncu Yil a Wanê ku li wargehê dimînin ji ber lihevketina madên xwe û agirê bilind li nexweşxaneyên cuda hatin tedawîkirin. 293 xwendekar li nexweşxaneya zanîngehê, 36 xwendekar li Nexweşxaneya lêkolîn Û perwerdeyê ya Herêmê, 8 xwendekar jî li Nexweşxaneya Lokman Hekîm hatin tedawîkirin. 260 xwendekarin li nexweşxaneya zanîngehê tabûrcû bûn. Xwendekarên din jî tedawiya wan didomin. 
 
Her wiha çend roj berê xwendekarên jin ên YYU'yê yên ku ji ajansa me re axivîn anîbûn ziman ku gelek pirsgirêkên wargehê hene û di nav de pirsgirêka xwarinê jî heye.