Konferansa jinê bi dirûşma 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
- 11:48 1 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Konferansa jinê ya hevkarên TJA'yê bi dirûşma 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' dest pê kir
Bi pêşengiya hevkarên Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi beşdarbûna meclîsên jinê yên HDP'ê Konferansa jinê bi dirûşma 'Rêxistinbûyina me azadiya me ye' li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dest pê kir. Li eywana konferansê wêneyên Sevê Demir, Pakize Nayır, Fatma yên di serdema qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hatin qetilkirin û yên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku ew jî li Parîsê hatin qetilkirin hat daliqandin. Her wiha pankartên "Em ê qirkirina li ser jinê bide rawestandin û jiyanê azad bikin", "Rêxistinbûyina me azadiya me ye" hatin daliqandin.
Jinan berî ku konferans dest pê bike li ewyana konferansê govend gerandin. Jinên ku kincên xwe yên gelêrî li xwe kiribûn dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê sinevizyona ku peyama Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 24 roj in di gireva birçîbûnê de ye, tê de cihê xwe digirt û mijara serîhildana jinan rave dikir hat temaşekirin. Piştre konferansê dest pê kir.