Sebahat Tuncel jî ket greva birçîbûnê
- 11:32 1 Kanûn 2018
- Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sehabat Tuncel û 14 jin bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a "Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe", dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Tuncel got: "Daxwaza Guven daxwaza milyonan kesan e."
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi daxwaza "Bila tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe" di roja 24'an de berdewam dike. Di 27'ê Mijdarê de jî girtiyên PKK'ê û PAJK'ê diyar kirin ku bi armanca "Bila tecridkirina li Îmraliyê rabe" dê li hemû girtîgehan kom bi kom ji bo 10 rojan dorveger û bê dem çalakiyên greva birçîbûnê bidin destpekirin. Di vê çarçoveyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û 14 girtiyên jin bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û li dijî tecrîdê helwesta xwe bînin ziman li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê dest bi çalakiya 10 rojan kirin. Tuncel, li ser navê girtiyan ev peyam da: “Daxwaza Leyla Guven ne tenê daxwaza wê ye. Daxwaza Leyla daxwaza milyonan gelê kurd û dostên gelê kurd e. Ji ber vê yekê ji bo têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ya gelê welatê me, Azadiya Birêz Ocalan teqez divê pêk bê û rastiyek dîrokî ye. Ji bo vê yekê jî divê bi lez tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bikin û şertên ewlehî, tenduristî û azadiyê teqez pêk bînin. Bi vê ferasetê li Girtîgeha Kandira em 15 hevalên jin ji bo 10 rojan dest bi çalakiya bêdem û bi dorveger kiriye. Em bang li hemû gelê kurd û hêzên demokratîk dikin ku vê têkoşînê bilind bikin."