Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 24'an
- 10:35 1 Kanûn 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû gireva birçîbûnê. Greva Leylayê ya birçîbûnê ket roja xwe ya 24'an.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû gireva birçîbûnê. Greva Leylayê ya birçîbûnê ket roja xwe ya 24'an.
Li girtîgehên cuda jî girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Leylayê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 27'ê Mijdarê de dest pê kir. Çalakiya gireva wan ket roja 5'an.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan 'KMM' Eren Keskin jî do çû serdana Leyla Guven û peyama wê ya ku 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin' ragihandibû.