3 sal şûnde tiştên ku hatin jiyîn rave kir: Sûr bû Kela Dimdimê
- 10:30 1 Kanûn 2018
- Rojane
Beritan Canözer
AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê bûbû şahidê tiştên ku di serdema qedexeya derketina derve ya di 2'ê Kanûna 2015'an a Sûrê ku 130 rojî dewam kir. Remziyeyê tiştên ku di serdema qedexeyê de bû şahid wiha vegot:"Ciwanên Sûrê yên ku canê xwe feda kirin û kuçeya xwe terk nekirin dîrok nivîsandin. Sûr Kela Dimdimê bû û neket. Her çiqas sal bibore jî dê hemû kes behsa Sûrê bikin. Dê Sûrê ji bo me hem wekî birînekê hem jî wekî çîroka serîlhildanê bimîne."
Li Navçeya Sûrê ya Amedê di 2'ê Kanûna 2015'an de qedexe hatibû îlankirin û ev qedexe 103 rojî dewam kir. Qedexeya Sûrê wekî qedexeya herî dirêj a li cîhanê di rûpelên dîrokê de hat nivîsandin. Navçeya xwediyê dîroka bi hezar salan hem ji hewayê hem jî ji bejayî hat bombebarankirin. Tevî hemû zordestiyan gelek sivîlên ku malên xwe terk nekirin jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî hatin girtin. Tevî ku ji ser 3 sal jî derbas bûye cenazeyên ku nasnameyên wan nehatine tespîtkirin û li goristanên bêkasan de hatine veşartin hene. Gelek aliyên Sûrê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê di bin navê "Veguhertina bajêr" hat hilweşandin. Hîn jî gelek kuçeyên wê bi stûnên betonî hatine dorpêçkirin û kes nikare derbasî wir bibe. Li serê her kuçeyê noqteyek polîsan hatiye avakirin. Tevî ku Sûrên Amedê û Baxçeyên Hevselê di bin parastina UNESCO'yê de ye jî dîsa jî li dijî hilweşandinê mudaxaleyek nehat kirin.
'Sûr cîhana me bû'
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye tosûn jî bû şahidê serdema qedexeyê û ew jî 96 roj şûnde ji Sûrê hatibû tahliyekirin. Remziyê di serdema ku hatibû tahliyekirin bi zaroka xwe ya 2 salî ya bi navê Bêrîtan hatibû binçavkirin. Remziye 15 meh şûnde ji girtîgehê derket û wekî parlamentera HDP'ê ya Amedê hat hilbijartin.
Remziye behsa Sûrê ya berî 2015'an kir û wiha got:"Sûr mala me bû. Kesên ku li wir dijiyan wekî malbatekê bûn. Cîrantiya wir xweş bû. Kuçeyên me her dem zindî bûn. Ez 22 salan li Sûrê jiyam. Heger Sûr hilneweşandan ez ê hîn li wir bam. Aliyekî Sûrê yê ku aramî dida mirovan hebû. Ji dil bû."
'Berê ji Lalebeyê dest pê kir'
Remziyeyê da zanîn ku ji xeynî dîroka Sûrê ya kevnar dengên zarokan û jinên ku li ber deriyên xwe rûdiniştin bi nirx bû û wiha domand:"Şaredariyê hewcedarî nedidît ku were kuçeyên me paqij bike. Çimkî me her sibeh kuçeyên xwe paqij dikir. Ev yek ji bo gelek bi kêf û bi nirx bû. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê yê 2015'an ji Lalebeyê kaos dest pê kir. Di navbera polîs û ciwanan de her dem pevçûn çê dibû. Haya me ji xwerêvebirinê tune bû. Me digot qey sedema ji ber pêvajoyê ye. Ji du rojan carekê ji Lalebeyê dengê çekan dihat. Dengê teqînan dihat. Di navberê de qedexeyên kurt jî çê dibû."
'Berê Murat Gunduz jiyana xwe ji dest da'
Remziyeyê bi lêv kir ku ji bûyerên ku li Lalebey dihat jiyîn gelek sîvîl birîndar bûne û wiha got:"Li Sûrê di destpêkê de Murat Gunduz jiyana xwe ji dest da. Tevî pevçûnan jî kesekî malên xwe terk nekirin. Jinên ku li kuçeyan bûn piştgirî didan ciwanan. Li kuçeyê bi hev re xwarin dixwarin. Jiyanek hevpar hebû."
'Sûr qêrîna li dijî neheqiyan bû'
Remziyeyê da zanîn ku kesên "hendek kolandin" ciwanên Sûrê bûn û wiha got:"Sûr qêrîna ciwanan a li dijî neheqiyan bû. Yusuf Yurumeyen hebû wî jî hendek dikoland. Dema min ew dît ez şaş bûbûm. Min got Yusuf tu çi dikî? Wî jî gotibû ez jî zilmê qebûl nakim. Yusuf ciwanekî Kurd ê 17 salî bû. Komkujî, zilm, zext û êrîşên li ser gelê Kurd bûbû sedema serîhildana ciwanên Sûrê."
'Piştî 20 deqeyî şûnde Tahil Elçî hat kuştin'
Remziyeyê da zanîn ku wê Tahir Elçî berî ku bê kuştin 20 dk berê dîtiye û got:"Dema ku ez ji bo keça xwe Şevînê çûm solekê bikirim ez di kuçeya ku daxuyanî hat dayin de derbas bûm. Tam dema ku me sol girt dengê çekê hat. Di nûçeyan de em hîn bûn ku Tahir Elçi hatiye kuştin. Dema ku em çûn malê qedexe hat îlankirin û Şevînê ew sola qet li pê nekir. Got dayê dema ku em rojekê ji vir derkevin ez ê li derve li xwe bikim. Dema ku ew roj hat Şevînê şandin yetimxaneyê ez jî şandin girtîgehê."
'Ciwanan gel diparast'
Piştî ku Tahir Elçi hat qetilkirin şûnde qedexeyê 2 rojî dewam kir û di 30'ê Mijdarê de hat rakirin. Piştî rojekê şûnde di 2'ê Kanûnê de dîsa qedexeyê dest pê kir. Remziyeyê tiştên ku piştî 2'ê Kanûnê hat jiyîn wiha rave kir:"Kesek ji ciwanan ne bêzar bûn. Kesek ji wan neditirsiyan. Ciwanan gel diparast. Piştî 2'ê Kanûnê serîhildanek mezin hat lidarxistin. Ji derve êrîş dikirin û ciwanan serî hildidan. Ji bo ku tiştek bi me nê ciwanan xwe dikirin çeper. Nedihiştin em ji malê derkevin ji bo ku tiştek bi me neyê. 96 rojî Sûr hat bombekirin, ez bûm şahidê vê yekê. Zarokên me ji ber deng nikaribûn raketana û xwarin nedixwarin."
'Em rojekê jî bê hêvî neman'
Remziyeyê da zanîn ku zarokên ku birîndar dibûn, ji ber şertên dijwar nikaribûn li nexweşxaneyan tedawî biban û wiha got:"Dema em piştî 96 rojî derketin şûnde me dît ku Sûr çiqasî hatiye hilweşandin. Me kuçeyên xwe jî êdî nas nedikirin.Ew roj wekî dojehekê bû. Lê em rojekê jî bê hêvî neman. Wekî ku me taciz bikin ser me kontrol kirin. Em di nava tozê de mabûn. Heta ku me birin emniyetê gelek dijûn ji me kirin û heqaret li me kirin. Digotin 'Ji destên me bê em ê we biqujin, mafê we yê jiyanê tune ye'. Zarokên min birin yetimxaneyê. Tenê min Berîtanê girt ba xwe. Em salekê li Girtîgeha Tîpa E a Amedê man û piştre me sirgûnî Xarpêtê kirin. Bêrîtanê digot qey koguş mala wê ye. Bêrîtanê gelek cenaze û xwîn dît. Me jî ji wê re digot ev lîstik e. Carinan min jê re digot ka em lîstika mirinê bilîzin. Piştî ku em ji girtîgehê derketin Bêrîtanê terapî dît."
'Hem bîrîn hem jî çîroka serîhildanê'
Remziyeyê da zanîn ku serîhildana Sûrê dişibe Kela Dimdimê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ciwanên Sûrê yên ku canê xwe feda kirin û kuçeya xwe terk nekirin dîrok nivîsandin. Sûr Kela Dimdimê bû û neket. Her çiqas sal bibore jî dê hemû kes behsa Sûrê bikin. Dê Sûrê ji bo me hem wekî birînekê hem jî wekî çîroka serîlhildanê bimîne."