‘Tablo wek ya di fîlmê ‘Încîr Reçelî’ de ne xerab e’
- 09:10 1 Kanûn 2018
- Rojane
Kevser Ozkaynak
STENBOL - Ruzgar a piştî teşîsa HIV pozîtîf, lê hat danîn şûnde li hember pêşdarazên civakê têkoşîn da wiha got: “Dema min xwîn da, hemşîrê destê xwe dirêj nekir û got ‘bide vir’. Min hîs kir ku naxwaze destê xwe bide min û min got ‘dema dest bidî min derbas nabe.’ Wek di fîlmê Încîr Reçelî de ne xerab e. Heta ku mirov dermankirinê red nekin pisgirêk tune ye. Li şûna ku mirov bi HIV’ê bên tirsandin, divê der barê vîrusan de bên agahdarkirin.”
Bi wesîleya 1’ê Kanûnê Roja AIDS a Cîhanê me pirtûka ku Hevî LGBTÎ der barê vîrûsa HIV de amade kiriye derxist pêş. Di pirtûkê de, tê dîtin ku kesên bi HIV pozîtîfê ketine çawa ji civakê tên îzolekirin. Çîrokên rast ên hatine vegotin jî di esasê de tiştên ku em şaş dizanin, nîşanî me didin û kesên bi HIV’ê ketine zor û zehmetiyek çawa dijîn.
Hevokên em li jêrê dixwînin têkoşîna Ruzgar piştî ku hîn dike bi HIV’ê dikeve û di pirtûkê de cih digire vedibêje. Bihêviya şikandina pêşdarazan….
Pêşdaraz û nêrîna civakê
“Navê min Ruzgar e. Di îlona 2015’an de ez hîn bûm ku ez bi HIV’ê ketime. Partnerê min ê berê ji ber neretiyekê divê ameliyat bibûya. Birin nexweşxaneyê. Test pêwist kirin. Hevalê min pozîtîf bû û ji ber ez du salan pê re bûm min jî test kir. Ez hîn bûm ku ez jî HIV a pozîtîf im.
Piştî encamên testê min xwe ne baş hîs kir. Min dizanibû ev rewş wek kronîk tê venasîn, lê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ev êdî ji kategoriya mirinê derxistiye. Lê dîsa mirov xemgîn dibin. Di civakê de HIV ne baş tê dîtin. Vîrus wek nexweşiya jinên karê seksê dikin tê nîşandan.Piştî testê ez çûm cem doktor. Doktor jinek baş bû. Dema min bihist ez matmayî mam. Min dizanibû ez ê nemrim lê divê kontrolên xwe bikim.
Ewil min got ‘divê kes nizanibe’. Li şûna ez bifikirim ku çawa bêm dermankirin, min got divê civak rewşa min nizanibe. Piştre pêvajoya dermankirinê dest pê kir. Ji wê rojê şûnde têm kontrolkirin. Malbat rewşa min dizane. Min bi xwişka xwe re parve kir. Min tercîha xwe ya zayendî ewil ji xwişka xwe re gotibû. Min bi malbatê re jî par vekir. Dema nû hat teşîskirin min gelek derman bi kar anîn. Rojê 7-8 derman min bi kar dianî. Malbatê ev derman didîtin. Min rojekê rewşa xwe ji wan re jî parve kir. Piştî malbatê birayê min jî hîn bû. Lê min jê re negotibû. Dayika min ji rewşa min ketibû fikaran û wê gotibû. Hinek bertek nîşan da. Birayê min got ‘li malê zarok heye, tu li qedeha xwe, kevçiyê xwe baldar dibî?’ Birayê min ne kesek cahîl bû. Di nav demê de lêkolîn kir û bersiva pirsên xwe girt.
Pozîtîfbûn li pêş tiştekî ne astengî ye
Ji 3 mehan carekê ez diçûm nexweşxaneyê. Vê hinek ez didam zorê. Ez dixebitim. Ji cihê kar min destûr digirt. Pirsên ‘tu çima evqas diçî nexweşxaneyê, çima kontrol dibî? Pirs dikirin. Min jî digot nirxên xwîna min kêm in divê ez lê binêrim. Ji ber min dizanibûn wê çawa bertek nîşan bidin. Niha ez negatîf im. Di xwîna min de HIV bi qasî ku neyê dîtin heye. Ez dermanan bi rêk û pêk bi kar tînim.
Hevalek min tevî ku bi kesekî pozîtîf re ket têkiliya zayendî jî nedixwest testê bike. Min her tim hewl dida testê bike. Piştî demekê hîn bû ku ew jî enfekte bûye. Pozîtîfbûn li pêş tiştekî ne astengî ye.Niha ev hevala min zewicî.
Mixabin di civakê de li hember HIV’ê nêrînek negatîf heye. Li saziyên tenduristiyê em rastî cudahiyan tên. Carekê çûm cihekî û li wir ez neçar mam xwînê bidim. Lê hemşîrê destê xwe dirêj nekir û got ‘bide vir’. Min hîs kir ku naxwaze dest bide min. Min got ‘mereq nekin dema dest bidî min tiştek nabe’. Bersiv neda. Bawer im bersiva wê tunebû. Hevala min a gava din min behsa wê kir jî, li saziyên tenduristiyê rastî binpêkirina mafan hat. Ez dermanên xwe ji dermanxaneyên bajarê lê dimînim nagirim. Ez ji dermanên xwe ji Stenbolê tînim. Sedema vê jî ev e ku bila kes bê agahdar nebin. Lê HIV wek a di fîlmê Încîr Reçelî de ne xerab e. Li şûna bitirsin bila derbarê vîrusan de bibin xwedî agahî.”