ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2018'AN
- 09:00 1 Kanûn 2018
- Rojev
* Endama MYK’a HDP’ê Îlknur Bîrol got wê HDP di hilbijartinên herêmî de bi tifaqa jinê tevbigere û ji bo nûneriya wekhev tu car tavîzê wê nedin û wiha pê deçû: “Li dijî dijminahiya li hember jinê nexşerêya me ya tifaqê heye. Em ê bi siyastek ku jinan xurt dike biçin vê hilbijartinê.” DÎMEN HEYE
*Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Kund ku bi hejmara xwe ya 3'emîn û bi mijarên girîng pêşberî xunêrên xwe ye Ronya Bewran ev bang li jinan kir: "Bi wêrekî binivîsin û biweşînin.
*Pisîka Wanê ya bi taybetiyên xwe li cîhanê wek wan tune ye, ji ber mudaxaleyên bêpergal ên mirovan nifşê wan li ber tunebûnê ye. Pisîkên Wanê, tenê li Wan û demsalên ku taybetiya erdnîgariya Wanê dihewîne dijî. Ji ber vê jî dema derdikeve derveyê vê demsalê jiyana xwe ji dest didin.DÎMEN HEYE
*Jinên Kurd bêyî ku bêjin ‘mêr dibêjin çi’ di 2’ê Kanûna 1996’an de kovara Jûjin a fermî, derxistin û heta sala 2000’î berdewam kir. Jûjîn serhildanek li hember mêr û berxwedanek fikrî bû.
*Ruzgar a piştî teşîsa HIV pozîtîf, lê hat danîn şûnde li hember pêşdarazên civakê têkoşîn da wiha got: “Dema min xwîn da, hemşîrê destê xwe dirêj nekir û got ‘bide vir’. Min hîs kir ku naxwaze destê xwe bide min û min got ‘dema dest bidî min derbas nabe.’ Wek di fîlmê Încîr Reçelî de ne xerab e. Heta ku mirov dermankirinê red nekin pisgirêk tune ye. Li şûna ku mirov bi HIV’ê bên tirsandin, divê der barê vîrusan de bên agahdarkirin.”
*Li Pasûrê zaroka bi navê F.B rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a 94 mêrî hat. Li ser gilîkirina F.B doz hat vekirin û di dozê de heyeta dadgehê hemû gumanbar tahliye kir û ji bo F.B jî rapora SaziyaTipa Edlî (STE) xwest. Tevî ku di ser biryarê de 10 meh derbas bûye, hat hînbûn ku bi hinceta pereyê Emniyeta Muşê tune F.B nebirine STE’ê û Saziya Starbûna Zarokan jî ji bo F.B ya ku ewlehiya canê wê tune ye, daxwaznameyek ‘bila tedbîra parastinê bê kirin’ şandiye.
*Xwendekara zanîngehê Hîvda Selen ku polîsan pêşniyara sîxuriyê lê kirin, diyar kir ku dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixin û wiha got: “Ez dizanim ku min tiştek şaş nekiriye. Dixwazin me bi zext û tehdîdan biçewisînin. Lê berovajê vê têkoşîna me zêdetir bû.”DÎMEN HEYE