2'emîn Konferansa Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê bi dawî bû

  • 08:58 1 Kanûn 2018
  • Rojane
GIRKELEGÊ - 2'emîn Konferansa Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê bi dawî bû. 
 
2'emîn Konferansa Dadmendiya Civakî ya Herêma Cizîrê ku bi dirûşma "Heqîqet armanca me ye edalet aramanca me ye" li Bajarokê Rimêlanê yê Girkêlegê dest pê kiribû dawî bû. 
 
Piştî ku rapora 2 salan hat xwendin nirxandinên girîng li ser hatin kirin kêmasî hatin rexnekirin û  rexnedayîn hat dayîn. Di nav nîqaşa zagonên niha û pratîka wê hat kirin. Her wekî din nîqaşên li ser kar û xebatên saziyên edaletê hatin kirin.
 
Piştî nîqaşan hilbijartinên Encumana Dadmendiya Civakî hatin çêkirin û ji bo rêveberiya meclisa Herêma Cizîrê 27 kes hatin hilbijartin, paşê  jî biryarên girîng hatin dayin.
 
*Berdewamiya dayîna perwerdeyan li akademiya mezobotamya a dadmendiya civakî û pêşxistina biranşên dayina van perwerdeyan.
 
*Înşakirina mektebên zagonên civakî li dîwana edaletê pêşxistina keseyatî.
 
*Pêşxistina lijneyên hiqûqî û projeyên girêdayî sîstema edaleta civakî.
 
*Zanîngeha hiqûqî wê li Bakurê Sûriyeyê were avakirin.
 
*Lijneyên pispor wê li dîwanên edaletê werin avakirin.
 
*Sererastkirina pergala hundirîn a dadmendiya civakî li gorî felsefeya netewa-demokratîk.
 
Konferans bi dirûşma "Bijî Serok Apo"   bi dawî bû
 
Hêjayê gotinê ye ku saziya dadmeniyê êdî li her derê civakê xwe vesaz dike û hemû xebata xwe li ser hîmê parastina mafê adaletê û civaka polîtîk û exlaqî ava dike.