Platforma jinan a Îzmîrê: Gulay Gun Yazici ne bi tenê ye
- 16:04 30 Mijdar 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê, ji bo endama PM'a HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî li ser hesabê xwe yê medya civakî got, "Gun Blîcî ne bitenê ye."
Platforma Jinan a Îzmîrê, ji bo endama PM'a HDP'ê Gulay Gun Bîlîcî ku di 26'ê Mijdarê de hat hat binçavkirin û piştre jî hat gitin li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek parve kir û wiha got: "Hevala me ya endama PM'a HDP'ê Gul Gun Bîlîcî ku bi salan li dijî tundiya li ser jinê têkoşîn da piştî 25'ê mijdarê bi rojekê hat binçavkirin û duh bi hincetên puç li dadgeha ku derxistinê hat girtin. Çi dikin bila bikin wê nikaribin jinan ji têkoşîna wan dûr bikin. Em ê li vî welatî hemû pêkanînên baş ên wekî aştî, wekhevî û azadiyê bi dest ê xwe pêk bînin. Gulay Gun Yazici ne bitenê ye."