Leyla Güven peyam: Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedana min bidome

  • 15:44 30 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven, li Girtîgeha Tipa E ya Amedê Leyla Guven ziyaret kir û piştre li ÎHD'ê daxuyanî da. Eren ji hemû rêxistinên demokratîk xwest ku li dijî çalakiyê bêdeng nebin û hestiyar tev bigerin. 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û rêveberên ÎHD'ê yên Amedê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 23 roj in di grevê de ye, li Girtîgeha Tîpa E  ya Amedê Leyla Guven ziyaret kirin. Eren Keskîn piştî Leyla li Girtîgehê ziyaret kir li avahiya ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Eren, da zanîn ku wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 55 salî ye û 2 zarokên wê û 2 neviyên wê hene û wiha got: "Leyla 23 rojin di grava birçêbûnê de ye. Lê civak li hemberî vê çalakiyê bêdeng e. Ev mijara rexneyê ye. Ji bo em bibin dengê Leylayê em îro li vir in. Leyla berê jî ji ber fikrên xwe 5 salan girtî ma. Leyla îro jî ji ber fikrên xwe hatiye girtin. Balkêş e ji xala Zagona Têkoşîna Terorê TMK'ê tê girtin û darizandin. Ev îroniyek pir mezin e. Balkêş e tenê ji ber aştî xwestiye ji TMK'ê tê darizandin û girtîn. 
 
Eren: Leyla got li dijî tecrîdê di çalakikiyê de me 
 
Eren bal kişand ser rewşa Leyla û wiha axivî: "Di mejiyê Leyla de “hipofiz adenom”  kom dibe. Lê dîsa jî Leyla ketiye çalakiya grevê. Piştî me bi Leylayê re hevditin kir û pirsa 'Tu çima ketiye grevê? pirsî  Leyla got, 'Niha li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe min dest bi vê çalakiyê kir. Bere jî hevdîtn hatin kirin bi axaftinê rêya çareseriyê dikare bê ditin. Dikare şer û pevçûn raweste. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Ez li dijî tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehên din ketime grevê. "
 
Banga hestiyariyê hat kirin
 
Eren, da zanîn ku ji ber tu rêbaz û derftenên di destê Leyla de tune pê çalakî pêk bîne dest bi çalakiya grevê kiriye. Daxwazên Leyla zagonî ne. Li gel ku li Tirkiye ev yek tê zanîn  û hiqûqa înfazê heye jî înfaza hiqûqê li ber çavan nabe. Tişta li Îmraliyê pêk tê li dijî hiqûq û qanûnan e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê heta dawî piştgiriyê bidin Leyla Guven. Divê rêxistinen Demokratîk jî li dijî çalakiya Leyla têkevin nava tevgerê û bêdeng nemînin. Heta niha me gelek mirov winda kirin. Lê em naxwazin ku Leyla Guven winda bikin."