Îşkence li girtiyên Girtîgeha Beşikduzuyê tê kirin

  • 15:14 30 Mijdar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 12 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê kirin. Girtî dema hatin sewqkirin îşkence li wan hat kirin. Girtiyan banga piştevaniyê kir. 
 
Ji Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê 12 girtî bêyî agahî bidin malbatên wan di 23’ê mijdarê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hatin kirin. Malbatan ragihand dema zarokên wan hatin sewqkirin îşkence li wan hatiye kirin. 
 
Dayika girtî Mazlum Yuksekbag, Sarya Yuksekbag diyar kir ku duh kurê wê lê geriyaye û 10 deqîqe pê re hevdîtin kiriye. Yuksekbag da zanîn ku rewşa girtiyan ne baş e û got: “Kurê min ji min re got ‘rewşa me gelek xerab e. Ez nikarim di telefonê de bêjim. Divê îro demildest heyetek were vir. Biçin ÎHD’ê. Rewşa me qet ne baş e.’ Banga piştevaniyê kir. Îşkenceya li dijî girtiyan didome. Çavê kurê min reş û şîn kirine û nabîne. Bi awayek hovane îşkence li girtiyan hatiye kirin. Milê hin girtiyan hatine şikandin.”