Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan da

  • 14:43 30 Mijdar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Semra Uzunok derbarê 4 kesên ku hatin binçavkirin de anî ziman ku ew ê operasyonên binçavkirinan nikaribe çongê bi HDP'ê bide tewandin. 
 
Di encama serdegirtina malan a 26'ê Mijdarê de tevî Endama PM'a HDP'ê Gulay Gun Bilici 4 kes hatibûn binçavkirin û piştre hatin girin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyonên binçavkirinan û girtinan de civîna çapemeniya li dar xist. Civîna çapemeniyê avahiya partiyê hat çêkirin. EMEP, hevkarên HDP'ê û gelek endamên partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Di civînê de hat diyarkirin ku tê xwestin çalakiyên HDP'ê û xebatên wê yên ji bo hilbijartinê bên astengkirin û li dijî vê yekê dê HDP dev ji xebatên xwe bernede. 
 
Semra Uzunok wiha axivî:"HDP'ê bi pêkanînên taybet rû bi rû ye. HDP hêviya gelan e. Dixwazin bi operasyonan hêviya gel bişkînin. Lê hêviya me dê tu carî bi dawî nebe."
 
Piştî axaftinan civîna çapemeniyê bi dawî bû.