TJA bi jinan re tê gel hev: Ji bo em berxwedanê mezin bikin em bi hêz û amade ne
- 14:42 30 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Di pêşengiya TJA'yê û bi tevlibûna Meclisa Jinan a HDP'ê li Amedê wê di 1'ê Kanûna 2018'an de Kongeransa jinan bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA'yê û Endama MYK'a HDP'ê Zubeyde Zumrut li ser armanca kongeransê nirxandin kir û ev tişt got: "TJA ji bo ku berxwedana jinê mezin bike û bi be çareserî xwe amade û bi hêz hîs dike."
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji gelek bajaran wê jin di 1'ê Kanûna 2018'an de li avahiya HDP'ê ya Amedê bên gel hev û tevli Konfaransa Jinan bibin. Di konferansa ku li bendê ye gelek jin tevli bibin de wê mijarên wekî hilbijartinên herêmî, rêxistina jinê, pirsgirêkên ku jin dijîn û çareseriya wan û greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ve li girtîgehê hatiye destpêkirin û tecrîd bên niqaşkirin. Aktîvîsata TJA'yê û endama MYK'a HDP'ê Zubeyde Zumrut derbarê konfransa ku wê bê lidarxistin de nirxandin kir û got ku ew wekî TJA'yê di mijara çareserkirina pirsgirêkan de amade û bi hêz in.
'Wê pirgirêk, rêxistinbûn û çareserî bên niqaşkirin'
Zubeyde diyar kir ku ji ber şert û mercên neyînî wan du sal in konferans li dar nexistiye û wiha berdewam kir: "Em ji rastiya ku TJA çareseriya pirsgirêka jinan e derdikevin rê û konferansa jinan a ku em ê sibe lidar bixin jî ji bo me girîng e. Em ê di kongransê de xebatên xwe yên dema borî û yên ku niha em rêve dibin û gelek mijarên din bigirin dest û niqaş bikin. Me ev konfarans divê ku ji zû de li dar bixista lê mixabin ji ber şert û mercên neyînî ev du sal e ku me pêk ne anî. Ji ber vê jî lli gel şert û mercên neyînî li darxistina vê konferansê di demeke wiha de girîng e."
'Konferansê li dijî zêdebûna tundiyê xwe ferz kir'
Zubeyde anî ziman ku wan ji bo konfransê pêvajoyeke girîng a amadekirinê derbas kiriye û got ku kombûna jinan jî êdî xwe ferz kiriye. Zubeyde wiha dirêjî da axafitina xwe: "Ji bo vê konferansê me gelek amadekarî kir. Em li benda tevlibûneke zêde ne. Em dikarin bibêjin ji ber pêvajoya heyî ku tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe konferanseke bi vî rengî û kombûna jinan êdî pêdiviya herî girîng e."
'Di konferansê de wê çareserî jî bê axaftin'
Zubeyde diyar kir ku ew ê di konfransê de tenê pirsgirêkan neynin ziman, di heman demê de wê çareseriya wan jî niqaş bikin û ev tişt got: "Encamên ji konfransê bên derxistin girîng in. Di konfransê de li gel niqaşkirina pirsgirêka jinan wê tundiya li ser jinê ku bi pêşengiya hikûmetê tê kirin û gelek mijarên din jî bên niqaşkirin. Herwiha di konfaransê de li gel tundiya tê kirin rêxistinbûneke çawa ya jinan divê jî wê bê niqaşkirin."
'Konferans nûkirinê armanc dike'
Zubeyde diyar kir ku konferan li ser navê pêşerojê nûbûnê jî armanc dike û got ku encamên konferansê bi hezaran jinan eleqedar dike. Zubeyde wiha berdewam kir: "Wê di konfaransê de pirsgirêkên ku jin bi wan re rûbirû mane di serdema nû de wê çawa çareser bikin jî bên niqaşkriin û wê ev xebatên ku bên kirin serdema nû temsîl bikin. Ji ber vê bi hezaran jin li benda encamên ku wê ji vê konferansê bên bidestxistin in."
'TJA di warê pareserkirinê de xwe amade û bi hêz dibîne'
Zubeyde herî dawî diyar kir ku erka herî girîng di vî warî de dikeve ser milên aktivîstên TJA'yê û wiha got: "Ez bawer im ku wê TJA di warê têkoşîna azadiya jinê de tişta dikeve ser milê xwe bike. Di vê warî de erka mezin dikeve ser milê aktîvîstên TJA'yê. Gelek pirgirêkên ku jin bi wan re rûbirû dimînin li benda çareserkirina TJA'yê ne û TJA di vê mijarê de xwe amade û bi hêz dibîne. TJA xwedî kevneşopiyeke gelek bi hêz e û xwedî binesaziyeke bi hêz e. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê TJA bikaribe hemû pirsgirêkên jin dijîn çareser bike."