TJA: Êrîşa YNK'ê li dijî buroyên Tevgera Azadiyê rûreşiya serdemê ye

  • 13:19 30 Mijdar 2018
  • Rojane
NAVENDA NUÇEYAN - TJA'yê bi daxuyaniyekê êrîşên YNK'ê li dijî buroyên Tevgera Azadiyê li başûrê Kurdistanê şermezar ki û  got ku êrş rûreşiya serdemê ye. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand êrîşên Yekitiya Niştimanperwerên Kurdistan (YNK) ku li başûrê Kuredistanê li dijî broyên Tevgera Azadiyê hatin kirin şermezar kir û wiha got: "Li Başûrê kurdistanê broyên Tevgera Azadiyê ji aliye YNK’ê ve hatên girtin. Di demeke ku hemû serdest êrîşî kurdan dikin de ev biryar rûreşiya serdemê ye. Sîxuriyê diafirîne, hêzên li ser sere kurdan xurtir dike û destkeftiyên kurdan yek bi yek têk dibe."
 
'Dem dema yekitiyê ye'
 
TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîniya yekitiyê di nav kurdan de  û wiha berdewam kir: "Îro hemû dagirker li dijî kurdan bûne yek û qîrkirin, izolasyon, zext û destdirêji-destavitinê kûrtir dikin. Roj roja ku kurd bi hev re li dijî dagirkeran bibin yek û berxwedana serdemê xurt bikin. Bîryara girtina sazî û dezgehên kurdan di dîroka berxwedanê de tu car nayê qebûlkirin. Sazî û dezgehên kurd ji bo yekitiya jin û gelê kurd li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdîstanê gelek caran hatin gel hev. Xala herî girîng ku me di nîqaşên xwe de hevpar qebûl kir ev bû; vekirina sazî û dezgehên kurdan bi fikr û ramanên cûda, ne perçekirina kurdan e, dewlemendiya demokrasiya Kurdîstanê ye.”
 
Banaga têkoşînê hat kirin
  
TJA'yê di dawiya daxuyaniya xwe  bal kişand ser girîngiya têkoşîna bi hev re û ev bang kir: "Em wekî  Tevgera Jinên Azad(TJA) bi van hêstan bang dikin ku li dijî sîxuriyê, dagirkeriyê, hovitiyê û êrîşên li ser Tevgera Azadiyê bi hev re têbikoşin. Dîsa em bang li  hemû berpirsiyaran PDK, YNK, kesên demokrat, ji mafên jin û mirovan re bi hurmet  dikin ku kêliyek berî kêliyekê vê mor a reş rakin. Li dijî dewletên ku êrîşî berxwadana azadiya kurdan dikin bibin yek."