Leyla Guven: Ez kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide silav dikim
- 13:17 30 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven di roja 23’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de ragihand ku ew silavên xwe ji kesên dilê wan ji bo aştiyê lê dide re dişîne.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin bi keça xwe Sabîha Temîzkan re hevdîtin pêk anî.
Sabihayê peyama leyla Guven li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir. Temîzkan bi etîketa “ “#LeylaGüven23GündürAçlıkGrevinde (#LeylaGuven23RojeDiGrevaBirçîbûnêDeYe)” peyama Guven wiha parve kir:
“Min bi dayika xwe #LeylaGüven re hevdîtina heftane ya telefonê pêk anî. Dayika min got ‘Silavê min li kesên ku dilê wan ji bo aştiyê lê dide re ragihîne.’ Tenduristiya wê baş e û moralê wê li cih e. Hêj gelek faks û name jê re diçin û dema wê bi xwendina wan re derbas dibe. Ji bo hemû nameyan spas kir.”