Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 23'emîn de berdewam dike
- 11:38 30 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 23'emîn de berdewam dike. Ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re wê di meha Kanûnê bi tevlibûna parlamenterên HDP'ê bi awayê dorveger carê 3 rojan greva birçîbûnê bê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di daneşîan xwe ya li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran Amedê de di 7'ê Mijdarê de ragihand ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclaan daye destpêkirin di roja 23'emîn de berdewam dke.
Ji siyasetmedaran çalakiyek dorveger
Çalakiya Leyla ku li tevahiya girtîgehê belav bûy, çalakiya siyasetmedarên girtî û hukumxwaran ku dane destpêkirin di 27'ê Mihdarê de jî di roja 4'emîn de berdewam dike. Li aliyekî din jî ji bo piştevaniya bi Leylayê re parlamenterên HDP'ê jî di nav de gelek siyasetmedar wê bi awayê dorveger her komek ji wan ji bo 3 rojan bikevin greva birçîbûnê. Di çarçoveya vê çalakiyê de li di navbera 2-3-4'ê Kanûnê de li Stenbol, Enqere û Manîsayê, di 7-8-9 li Mûş, Şirnex û Mêrîdnê wê çalakiyên greva birçîbûnê bên lidarxistin.
Daxwaza Leylayê?
Leyla Guven diyar kiribû ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan bê rakirin û destûr bê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike wê çalakiya xwe berdewam bke.