Ji malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan

  • 11:12 30 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên PKK'î yên li Girtigeha Îmraliyê girtî ne, bi armanca bi wan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ji 15'ê Sibata 1999'an de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind Îmraliyê de di yek hucreyê de tê girtin û malbatên 3 girtiyên PKK'î yên li heman girtîgehê bi armanca hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji malbata  Abdullah Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan, xwişka wî Fatma Ocalan û vasisê Abdullah Ocalan Mazlum Dinç, bi armanca biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevditin bikin serî li serdozgeriyê dan. Jimalbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayri Konar birayê wî Alî Konar û ji balbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê dan.
 
Herî dawî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kiribû û ji wê demê heta niha destûr nayê dayîn ku biçe hevdîtinê