Zelal Bilgin peyama girtiyan ragihand: Heta tecrîd biqede em ê têbikoşin

  • 09:17 30 Mijdar 2018
  • Rojane
Gülistan Azak
 
AMED - Hevberdevka Delegeyan a Amedê ya KCD'ê Zelal Bilgin di çarçoveya operasyona 9'ê Cotmehê ku navenda wê Amed bû, hatibû girtin. Zelal a ku do hat serbest hat berdan peyama girtiyan ragihand û got:"Hevalên me yên girtî gotin ku heta tecrîd biqede ew ê têbikoşin û xwestin ku hemû kes piştgiriyê bidin wan."
 
Di çarçoveya operasyona 9'ê Cotmeha 2018'an ku navenda wê Amed bû de, siyasetmedar, rojnameger û parêzer jî di nav de 140 kes hatibûn binçavkirin. Ji 25 kesên ku hatin girtin şûnde serbest hatin berdan yek jê Hevberdevka Delegeyan a Amedê ya KCD'ê Zelal Bilgin e. Zelalê da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde ne û girtî li hember vana li berxwe didin. 
 
'Ji serîhildana jinê ditirsin'
 
Zelalê diyar kir ku şeva operasyonê deriyê wê hatiye şikandin û wiha got:"Sedema van operasyona yek jê ew e ku ji rêxistibûn û ji serîhildana jinê ditirsin. Em bi awayekî bêhiqûqi girtin. Dosyayên ku danîn ber me vala bûn. Em dizanin ku ev bêhiqûqiya ku li me tê kirin ew ê derkeve pêşberî wan jî."
 
'Li girtîhê serîhildan û îradeyek xurt a jinê heye'
 
Zelalê bi bîr xist ku Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha domand:"Niha di rojeva Leyla Guven de tenê tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan heye. Ew ji bo xwe tiştekî naxwaze. Çalakiya Leyla Guven hêz û îradeya jinê temsîl dike. Ev serîhildana jinê ye. Em li ber vê çalakiyê bejna xwe ditewînin."
 
Peyama ku ji girtîgehan hat ragihandin: Heta tecrîd biqede em ê têbikoşin
 
Zelalê da zanîn ku girtiyan tenê peyamek şandine û gotine ku heta tecrîd biqede ew ê têbikoşin.
 
'AKP'ê her dem bingeha bêhiqûqiyê ava kiriye'
 
Zelalê herî dawî wiha got:"Binpêkirinên mafan ênli girtîgehan zêdetir bûye. AKP'ê her dem bingeha bêhiqûqiyê ava kiriye. Bêhiqûqiya li her derê hêza xwe ji AKP'ê digire. Li girtîgehan qadê jiyanê yên girtiyan tên tengkirin. Ji ber ku zivistan e û sar e, kincên zivistanê girtî ji bo xwe dixwazin. Lê gelek caran rêveberiya girtîgehê nivîsek biçûk a li ser kincan an jî rengên wê dikin pirsgirêk û kincan nadin girtiyan. Ev pêkanîn li girtiyên siyasî zêde tê kirin. Heta niha zindana Amedê gelek serîhildan pêşwazî kiriye. Dê ev serîhildan bidome."