‘Girtîgeha Amedê navenda zext û berxwedanan e’

  • 09:15 30 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê îlonê şûnde di encama zextên li girtîgeha Amedê pêk hatin de, berxwedan hatin jiyîn û wiha got: "Di salên 1980’î de Sakîne Cansiz bûye mînaka berxwedana li dijî zextên li ser jinan. Îro jî zext didomin. Wê demê Sakîne Cansiz sembola berxwedana jinan bû. Îro jî greva Leyla Guven e."
 
Parêzvana Mafê Mirovan parêzer Eren Keskîn der barê greva birçîbûnê ya Leyla Guven de ku ket roja 23’emîn nirxandin kir. Erenê diyar kir ku greva birçîbûnê Leyla Guven ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye, di alî parêzvanên mafê mirovan de çalakiyek girîng e.
 
Erenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê carna tên astek wisa serî li çalakiyên wisa tê dayîn. Ji ber vê sedemê ev çalakiyek girîng e. Tecrîda li ser Ocalan ne tenê tecrîda li ser kesekê ye. Ev di heman demê de di çareseriya pirsgirêka Kurd de aloziyê diafirîne.”
 
'Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî derveyê qanûnî tê birêvebirin'
 
Erenê binpêkirinên li ser Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha got: “Divê Ocalan bikaribe bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Mafê hevdîtina bi parêzeran re heye. Aliyê qanûnî ev e. Niha ya li hember Ocalan pêk tê derveyê qanûnê ye. Leyla Guven jî li dijî vê ketiye grevê. Girtîgeha Îmraliyê ji roja ewil de bi awayekî derveyê qanûnî tê birêvebirin.”
 
'Girtîgeha Amedê navenda zext û berxwedanê ye'
 
Erenê bi lêv kir ku Girtîgeha Amedê navenda zext û berxwedana ye û wiha pê de çû: “Em li pêkanînên Esat Oktay ên piştî darbeya 12’ê îlonê pêk anî binêrin. Îşkenceyên hovane hebûn. Ji ber vê kesan bedana xwe dan ber mirinê. 4 kes di encama rojiyên mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Girtîgeha Amedê sembol e. Di salên 1980’î de Sakîne Cansiz bûye mînaka berxwedana li dijî zextên li ser jinan. Îro jî zext didomin. Wê demê Sakîne Cansiz sembola berxwedana jinan bû. îro jî greva Leyla Guven e.”