‘Têkoşîna Jinên kurd di Meşa Jinan a Cîhanê de derbasî qeydan bû’
- 09:10 30 Mijdar 2018
- Rojane
Hîkmet Tunç
WAN - Gulcîhan Şîmşek a li Ispanyayê tevlî civîna Meşa Jinan a Cîhanê bû, diyar kir ku tevgera jinên kurd bi taybet jî modela li Bakurê Sûriyeyê wek mînak hatiye destgirtin û wiha got: “Li aliyekî qadeke pratîk bûye heye. Li aliyê din jî nîqaşa hişmendiyek teorîk ya çawa derketiye holê hat kirin. Ji ber vê ev têkoşîna tevgera jinên kurd di alî DKY’ê de wek tespîtek girîng derbasî qeydan bû.”
Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) civîna xwe ya ji du salan carekê pêk tîne îsal li bajarê Bîlbao-Bask a Ispanyayê li zanîngeha Baskanterî pêk anî. Di navbera 22-28’ê cotmehê de civîn pêk hat û ji 37 welatî ji 100’î zêdetir delege tevlî bûn. Li ser navê tevgera jinên kurd Gulcîhan Şîmşek tevlî civînê bû.
Gulcîhanê civîn nirxand û got gelek nîqaş hatine meşandin û biryar hatine girtin. Gulcîhane wiha berdewam kir: “Der barê têkoşîna li hember şîdetê gelek biryar tên girtin. Têkoşîna jinan hat nîqaşkirin. Li atolyeya nîqaşên hatin kirin hebûn. Plansaziya bernamey çalakiyên sala 2020’an hat derxistin. Her wiha rapora nirxandinê ya 2 salan hat pêşkêşkirin.
‘Bandora mîlîtarîzmê ya li ser jinan hat nîqaşkirin’
Gulcîhanê her wiha diyar kir ku di civînê de biryarên girîng hatine girtin û şîdet, mîlîtarzîm û reşwa nih hatiye nîqaşkirin şer hatiye nîqaşkirin zîhniyetên paşverû hatine nîqaşkirin. Gulcîhanê wiha berdewam kir: “ Polîtîkayên zext û şîdetê yên li ser jinan, nêzîkatiya kapîtalîzmê ya xizan dike û dike kole, hat nîqaşkirin. Mijarên wek qanûna kurtajê hatin nîqaşkirin. Kapîtalîzm li her derê li welatan polîtîka şîdetê dimeşîne. Der barê rêxistinbûna xweser a jinan de jî nîqaş hatin meşandin. Şoreşa Rojava mînak hat nîşandan. Me jinên kurd pêşniyar kir ku hewcedarî bi guherîn zîhniyetê heye. Wan jî maf dan me. Nîqaşên di atolya hatin meşandin de li ser her alî cuda pêşandan hatin kirin."
Mijarên hatin niqaşkirin
Gulcîhanê bal kişand ser niqaşên hatin kirin jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di nîqaşan de li ser modela konfederal û Tevgera Jinan a kurd hat sekinin. Di civîna Mozambîk de Tevgera Jinan Kurd wek modela konfederal hat pêşniyar kirin. Ev bû xala rojevê. Encama ‘Modela Konfederal dikare bibe modela DKY. Em dikarin nîqaşa vê bikin’ hat meşanin. ‘Em ji bo azadiyê berxwe bidin, ji bo guherînê bimeşin’ bû şîara sala 2020’an. Pêşniyarên me jî di encamnameyê de cih girt. M edu sal berê di civîna DKY ya Mozambîk de got qetilkirina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan dogan siyasiye. Her sal wê di 9’ê Çile de wê komkujiya Parîsê bê protestokirin.”