23 berxwedêrên Til Temirê hatin bîranîn

  • 15:25 29 Mijdar 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya salvegera şehadeta Berxwedêr Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê û 23 berxwedêrên Til Temirê, merasîma bîranînê hat lidarxisitin. 
 
Bi boneya salvegera şehadeta Berxwedêr Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê û 23 berxwedêrên Til Temirê, Saziya Malbata Şehîdan merasîma bîranînê li dar xist. 
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Ji aliyê endamên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Têkiliyên Diplomasî ya Asayîşê axaftin hatin kirin. 
 
Di axaftinan de hat gotin ku berxwedêran, şevên tarî bi tîrêjên xwe ronî kirin. Her wiha hat gotin ku deskeftiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatin bidesxistin bi saya xwîna berxwedêran e û Berxwedêr Şîlan û hevalên xwe radestî qebûl nekirin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî li berxwe dan. 
 
Piştî axaftinan nasnameyên 23 berxwedêrên ku di berxwedana Til Temir ê de cih girtin û gihiştin asta şehadetê, ji aliyê Mamoste Lorîn Yûsif ve hat xwendin.