6 ciwanên HDP'yî hatin girtin

  • 15:14 29 Mijdar 2018
  • Rojane
WAN - Li Wanê 6 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hatin girtin. 
 
Di 24’ê mijdarê de li Wanê 6 endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê ciwanan îro derxitsin Dadgeha Wanê. Dozger bi daxwaza girtina ciwanan bi îdiaya “Endamên rêxistinê ne” sewqî dadger kir. 
 
Endamên Meclîsê Ramazan Toktaşer, Eylem Cengîz, Sînan Sevîk, Muhammed Kiye, Nazli Aslan û ciwanek bi navê Omer ê paşnavê wî nehat zanîn îfade dan dadger. Dadger jî bi heman îdiayê biryara girtina ciwanan da.