Ji bo çalakiya Leyla Guven li 6 bajaran dê greva birçîbûnê bê destpêkirin
- 14:01 29 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a girtî dê li 6 bajaran 3 rojan greva birçîbûnê bê destpêkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdarê de di greva birçîbûnê de ye. Çalakiya Leyla gihîşt roja 22’an. Piştî Guven girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê jî ji bo piştevaniyê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem kirin.
Ji bo piştevaniya Leylayê piştevanî pêl bi pêl berbelav dibe. Welatî û rêveberên HDP’ê li Amed, Riha, Colemêrg, Wan û Edeneyê jî bo piştevaniya Leyla 2 roj ketibûn greva birçîbûnê. Piştî çalakiya du rojan hatibû ragihandin heke tecrîd neyê rakirin dê bê navber çalakî dewam bikin. Ancax li gel van daxwazan jî heta niha di aliyê dewletê de ji bo vê mijarê tu gav nehatin avêtin.
Ji bo piştgirtiya çalakiyê dê di 3, 4 û 5’ê kanûnê de li Stenbol, Enqereyê û Mêrsînê ku di nav de parlamenterên HDP’ê jî hebin û di 7, 8 û 9’ê kanûnê de li Mêrdîn, Şirnex û Mûşê 3 roj çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.