YJK - E ji bo meşa 1'ê Kanûnê ya li Berlînê bang kir

  • 11:45 29 Mijdar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jina Kurd a Elmanyayê (YJK-E) banga tevlêbûnê li meşa 1'ê Kanûnê ya li Berlînê kir, ku meş li dijî qedexeya li ser PKK'ê û li dijî nîjatperestiyê wê were kirin.
 
Meş bi dirûşma, ''Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin- li dijî yasaya polîsan, qedexeya li ser PKK'ê û miletgiriyê têkoşîna hevpar'' wê were kirin.
 
Li gorî YJK-E'yê ''Wê bibe platforma Kurdên li Elmanyayê, hêzên enternasyonal, demokrat û femînîst bi hev re daxwazên azadî û demokrasiyê vebêjin.''
 
YJK-E'yê bal kişande ser qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanya ku ev 25 sal in didome, got, li gel zext û krîmînalîzaasyona bi dehan salan têkoşîna azadiya Kurd marjînalîze nebûye.
 
YJK-E'yê got, ''Berevajî, projeya Konfederalîzma Demokratîk a PKK'ê û Rêbertî ku bi pêvajoyê re geş bû sînorên Kurdistanê derbas kirine, li Elmanya ji hêla derdoreke berfireh ve hatiye hatiye destekkirin û sempatiyek jê re çêbûye. Bêguman taybetmeniya herî balkêş a têkoşîna azadiya Kurd û paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk ew ku azadiya jinê kiriye navenda xebatan.''
 
Li gorî YJK-E'yê biryara domdakirina qedexeya li ser PKK'ê ya Elmanyayê, yasaya polîsan ku tê xwestin were geşkirin û bi geşbûna miliyetgirî-rastgiriyê ku ji van ne bêrî ye, Elmanya ji demokratbûnê dûr dikeve û nêzî standartên Tirkiyê dibe.
 
YJK-E'yê herî dawî bang li jinan, gelê Kurd, femînîst, hêzên demokrasiyê kir ku li dijî qedexeya li ser PKK'ê, yasaya polîsan û geşbûna milliyetgiriyê tevlî meşê bibin û bang li Elmanyayê kir ku dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan biqere.