Li Girtîgeha Meletyê greva birçîbûnê ya bêdem
- 11:37 29 Mijdar 2018
- Rojane
MELETÎ - Li gel greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li girtîgehê da destpêkirin û di roja xwe ya 22'emîn de berdewam dike, ji bo piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re ji bo 10 rojan li Girtîgeha Tîpa E ya Meletyê ji aliyê girtiyan ve gerava dorveger a bê dem hat destpêkirin.
Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêerê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 22'emîn de berdewam dike. Di rojên borî de Heserokê HDP'ê Sezaî Temellî di civîna paratiya xwe de diyar kiribû ku greva ji aliyê Leyla Guven ve hatiye destpêkirin wê li tevahiya girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê bê belavbkirin.
Ji aliyê HDP'a Meletyê ve di daxuyaniya ku hat dayînde, hat diyarkirin ku girtiyên li Girtîgha Tîpa E ya Meletyê ji îro û şûnde ji bo ku girtiyên nexweş bên berdna û tecîrîd bê rakirin, ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem a dorveger kirine. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtiyan Gireva Birçîbûnê ya Leyla Guven jî silav kirine.