Li Enqereyê jina ku hat derbkirin jiyana xwe ji dest da

  • 10:31 29 Mijdar 2018
  • Rojane
ENQERE - Jina ku ji aliyê mêrê bi navê Habîb K. ve hat derbkirin û rehîn hat girtin jiyana xwe ji dest da.
 
Li Mamaka Enqereyê jina bi navê Emîne Çakir, ji aliyê mêrê bi navê Habîb K. ve hat derbkirin. Piştre dema ku emîne li ber malê dimeşiya ji aliyê Habîb K. ve bi çekê hat guleberankirin. Emîne ya ku giran birîndar bû ji aliyê mêrê ku gule lê hat barandin ve rehîn hat girtin. Habîb K. Notirvanê avahiyê jî tehdît kir. 
 
Piştre li ser agahdarkirina notirvan gelek ambulans  û polîs sewkî cihê bûyerê hatin kirin.  Habîb K. polîs jî tehdît kirin û got ku ger hûn nêz bên ez ê xwe bikujim.
 
Tîma Tendirustiyyê  mudaxle li Emîne Çakir bike, lê gel hemû mudaxeleyan Emîne jiyana xwe ji dest da. Hebîb K. yê ku hat binçavkirin birin Mudiriyeta Emniyetê ya Enqereyê.  
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.