‘Li GGM’yan mafê jiyan û hiqûqê hatiye sekinandin’

  • 09:10 29 Mijdar 2018
  • Rojane
Sîbel Ozalp
 
STENBOL- Parêzer Pinar Konak diyar kir ku penaberên li Navendên Şûnde Şandinê dimînin, mafên wan yên hiqûqî û jiyanê ne di bin ewlehiyê de ye û mekanîzmaya kontrolê naxebite. Pinarê wiha got: “Li Navendên Şandinê kesên dibêjin ‘întîxar kirine’ hene. Lê em nizanin ev întîxare an kuştinin e.
 
Kesên yêk li Navendên Şûnde Şandinê ya girêdayî Wezareta Karê Hundir bi îdiaya ‘wê kontrola îdarî bê kirin’ di 2014’an de li Tirkiyeyê hat avakirin, dimînin, bi gelek pisgisrêkan re rû bi rû ne. Me tiştên li GGM’yan tên jiyîn ji Endama Rêveberiya Weqfa Lêkolîna Civakî û Hîqûqî, parêzer Pinar Konak pirsî.
 
*Armanca avakirina Navenda Şûnde Şandinê (GGM) çi bû? Der barê armanca wan de pêkanîn mijara gotinê ne?
 
Navendên Şûnde Şandinê di esasê de mêvanxane ne. Lê dema mirov dinêrin cudahiya van kesan ji kesên girtî an jî binçavkirî tune ye. Parêzer zêdetir dikarin biçin cem girtiyan. Lê kesên li wir dimînin bi xizmên xwe re naynin cem hev. Bi telefonê dikarin bigerin. Xwarin û vexwarin heye lê ev jî têr nake. Mînak li girtîgehan televîzyon heye lê li vir mafê ragîhandinê tune ye.”
 
*Li Stenbolê li ku hene ev navend?
 
Li Kumkapi hebû. Bi navê ‘şaxa biyaniyan’ derbas dibû. Kumkapi gelek qelsiyên wê hebûn. Ji ber nikaribûn penaberan bihewîne, li Selîmpaşa,  Çatalcayê û navendên Bînkilliç dihat bikaranîn. Demek nêz li Kurtkoy GGM vebû. Jinan dişînin GGM ya Selîmpaşa. Mêran jî dişînin Bînkiliç. Li Kurtkoy hem jin hem mêr tên girtin. 
 
*Ev navend ji kontrola saziyên civaka sivîl re ne vekirî ne?
 
Ji kontrolê re ne vekirine. Li hundir çi dibe, ev kes li cihên çawa dimînin em nabînin. Desturê nadin. Em nizanin muvekîlên me di kîjan şertî de dijîn. Ji ber em nabînin STK jî nikarin kontrola van bikin. Li hember van navendan hestiyariyek tune. Yanî kesên bi îdiaya YPG’ê hatine girtin dikarin bibin odeya ku DAIŞ’î lê ne.
 
*Muvekîlên we yên daxwaza şandinê dikin hene?
 
Belê ji Tirbespiyê jinek ciwan hat. Ev jin şandin Selîmpaşa. Dema dibin GGM’ê bi zor hewl didin pê nivîsa ‘Ez dixwazim bi daxwaza xwe bêm radestkirin, bêm şandin’ pê bidin îmzekirin. Karê îmzekirinê di bin zextê de derbas dibe.Bi awayekî malbata vê jina ciwan xwe gîhand me. Divê me jî lez bikira. Ji ber kesên li wir li dijî zextan îmze dikin. Ev kes vegere welatê xwe wê bê kuştin. Ev xetereye. Me îtîraz kir. Vê kesî serlêdana xwe jî kiriye, kesek di bin parastinê de ye. Tevî vê Dadgeriya Cezaya Sulh daxwaza me red kir.
 
*Piştî navendên şandinê li derveyê bajar hatin avakirin pisgirêk tên jiyîn?
 
Ji ber li derveye di rewşek lezgîn de parêzer divê xwe zûtir bigihînin wir û ev jî li gorî min binpêkirina maf e. Li navendan jî saetên mesayiyê 09.00-17.00’an de ye. Muvekîlên min bigerin bêjin ‘ez bi tehdîdê de me’ jî em di 17.00’an de muxatab nabînin.
 
*Pirsgirêkên wir ji yên kampan zêdetirin gelo?
 
Kesên li kampê rehetir dengê xwe digihînin kesan. Em bi telefonê nikarin xwe bigihînin GGM’yên li Stenbolê. Çewisandina parêzeran jî mira gotinê ye.
 
*Li GGM’yan çawa dikare kontrola sivîl bêkirin?
 
Me gelek caran der barê vê de serlêdan kir. Lê em bersivê nagirin. Der barê vê de gelek xebatên STK’ê hene. Li Navenên Şandinê kesên dibêjin ‘întîxar kirine’ hene. Lê em nizanin ev întîxare an kuştinin. Ji ber kontrol nayê kirin. Ji ber vê gelek kes dibêjin ‘li şûna em li vir bimînin, emê vegerin welatê xwe’.