Ji jinan li dijî gotinên mêr bertek: Divê desthilatdarî vî zimanî terk bike
- 09:03 29 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Jinên Wanê bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘Jin bi jinê re mêr bi mêr dikare bireve’, dan û wiha got: “Naxwaze jinan li meclîsê bibîne. Ji ber ji hêza jinê ditirsin. Divê jin di siyasetê de di civakê de di her qadê de cih bigire. Ji ber hewcedariya her qadê bi jinê heye.”
Serokomar Tayyîp Erdogan di axaftina ‘Zîrveya Jinan û Edeletê’ ya 25’ê Mijdarê de axivî û wiha gotibû: “Mirov nikarin mezin û biçûk li ser heman mêzinê bipîvin. Mirov nikarin qels û xurt bikin heman pêşbirkê. Bila mêr û jin 100 metreyî bi hev re bibezin. Ev edelet e gelo? Jin bi jinê re mêr bi mêr re wê bireve ya divê bibe ev e. Ya li gorî fitratê ev e.” Jinên Wanê bertek nîşanî van gotinên serokomar dan.
Jina bi navê Derya Demîr diyar kri ku AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 16 salan de zimanê serdest ê mêr terk nekiriye û wiha got: “Jin û mêr her tim wek hev in. AKP ji jinan ditirse. Ji ber jin li her qadê serkeftî ne û gotina xwe dibêjin, loma mêr ditirsin. Ji ber bersiva jinan ji bo AKP’ê heye. Jinan tenê bi malê sînor dikin. Bi xizmeta malê sînor dikin. Lê jin dikarin her karî bikin. Ya herî girîng jî dikarin siyasetê bikin. Em di hilbijartinên 29’ê Adara 2019’an de jî dixwazin jinan li qadan bibînin.
Jina bi navê Ahîre Arslanboga jî destnîşan kir ku jin bi taybet bi zîhniyeta serdest a mêr tên teşekirin û bertek nîşanî gotinên desthilatdariyê da û got hewce tune ye ku desthilatdarî dersa ahlaqê bide wan.
Elîf Erva jî bi lêv kir ku desthilatdarî ji hêza jinan ditirse û wiha dawî lê anî: “Jin û mêr teqez wek hev in. Desthilatdarî naxwaze jinan li meclîsê bibîne. Divê jin li her qadê bin. Ji ber hewcedarî bi jinan heye.”