ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 29 Mijdar 2018
  • Rojev
*Welatiyan diyar kirin ku Santrala Termîk a Ulukoy ku tê plankirin bê çêkirin wê hemû zindiyên Dînar û derdora wê biqedîne û ligel vê wê çavkaniya çemê Menderes ê hezar salî ye jî ziwa bike. 
 
*Betul Akti ya ku 5 sal berê bi Selahahttîn O. re bi mehra olî hat zewicandin, rastî şîdeta wî mêrî hat û hemû malê wê hat desteserkirin. Betulê diyar kir ku tevî hemû gilîkirin û rapora derbkirinê tu tiştek nehatiye kirin. Betulê bang li saziyên jinan kir û wiha got: “Alîkarî bidin min, hewcedariya min bi we heye.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Wanê bertek nîşanî gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên weke ‘Jin bi jinê re mêr bi mêr dikare bireve’, dan û wiha got: “Naxwaze jinan li meclîsê bibîne. Ji ber ji hêza jinê ditirsin. Divê jin di siyasetê de di civakê de di her qadê de cih bigire. Ji ber hewcedariya her qadê bi jinê heye.”DÎMEN HEYE
 
*Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Xizma girtiyekî Rabîa Îzer diyar kir ku dema çûne hevdîtina vekirî, mora ‘Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê T.C’ li milê wan xistine.DÎMEN HEYE
 
*Xwendekarên YYU yên pirsgirêka veguhestinê dijîn, bi pêkanînên qeyûmê tayînî şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûye zêdetir mexdûr bûn.DÎMEN HEYE
 
*Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku 25’ê Mijdara îsal li gorî salên din, serhildanek mijara gotinê bû û ji bo Suleyman Soylu yê ew hedef girtibûn jî wiha got: “ Em jin, wî wek kesê ku 45 saziyên jinan girtiye nas dikin. Her wiha dîsa wek kesê ku talîmata girtina parlamenterên jin daye dizanin. Ger em xebatên me meşandiye jê re bişînin wê nîvê emrê wî bi xwendina van derbas be.”DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Pinar Konak diyar kir ku penaberên li Navendên Şûnde Şandinê dimînin, mafên wan yên hiqûqî û jiyanê ne di bin ewlehiyê de ye û mekanîzmaya kontrolê naxebite. Pinarê wiha got: “Li Navendên Şandinê kesên dibêjin ‘întîxar kirine’ hene. Lê em nizanin ev întîxare an kuştinin e. DÎMEN HEYE