Ofîsa RJAK'ê ya ku di 25'ê Mijdarê de hat vekirin, girtin

  • 08:55 29 Mijdar 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên asayişê bi ser ofisa RJAK'ê ya li Navçeya Ranyayê ya Silêmanî de girtin û ofis girtin. 
 
Hêzên asayişê bi ser ofisa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ya li Ranyayê de girtin û ofis girtin. RJAK a ku li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina mafê jinê tedikoşe di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de li Ranyayê, hatibû vekirin.