Li Girtîgeha Tîpa E’ya Mêrdînê jinên girtî li dijî tecrîdê dest bi grevê kirin

  • 15:24 28 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat diyarkirin ku jinên girtî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan ji bo 10 rojan dest bi gereva birçîbûnê ya bê dem û dorvegr kirine.
 
Muduriyeta Gitîgeha Mêrdînê ya Tîpa Eî derbarê 17  jinên girtî yên ku di qawîşa K-1'ê de dimînin di 27'ê Mijdarê de bi hinceta ku li hewadariyê govend gerandine û dirûşm berz kirine lêpirsîna dîsîplînê dabû destpêkirin. Di encama vê lêpirsînê de derbarê jinên bi navê  Azîze Yagiz, Guner Oney, Rezzan Erbekler, Nurcan Gunay, Gulê Daşçi, Emîne Erol, Selma Demîrcan, Guneş Susan, Gulbahar Saydut, Hevîdar Aydin, Rojîn Durmaz, Sîbel Akdenîz, Mubarek Guneş, Şîrîn Erturk, Zerga Açar, Ronahî Sirdaş  û kesê ku navê wê nehat zanîn de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
Jinên ku li heman girtîgehê dimînin ji bo ku vî cezayê dîsîplînê û tecrîda girankirîya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan şermezar bikin û girtiyên nexweş bên  berdan ji bo 10 rojan bi komên ku ji dukesan pêk tên greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.