5 kesên ku li Çewligê hatibûn girtin serbest hatin berdan
- 14:39 28 Mijdar 2018
- Rojane
ÇEWLIG - Li Çewligê 5 kesên bi hêceta pervekirinên medya civakî hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navenda Çewligê duh polîsan bi ser malan de girtibû û bi hêceta parvekirinên medya civakî Niyazî Azak, Îmdat Morsumbul, Erdal Sari, Murat Yilmaz û Esra Gokmen binçav kiribûn. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Çewligê binçavkiriyan serê sibê sewqî edliyê kirin. Ji welatiyên bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kirine" hatin sûcdarkirin Murat Yilmaz û Esra Gokmen li dozgeriyê û her sê welatiyên din jî li dadgehê bi biryara qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.