Derbarê 17 jinên girtî yên govend gerandin lêpirsîn hat destpêkirin
- 14:36 28 Mijdar 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Derbarê 17 jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê ji ber ku govend gerandin û dirûşme berz kirin lêpirsîna disîplînê hat destpêkirin.
Derbarê 17 jinên girtî yên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê ji ber ku govend gerandin û dirûşme berz kirin lêpirsîna disîplînê hat destpêkirin. Jinên ku lêpirsîn derbarê wan de hat destpêkirin navên wan wiha ne:"Azize Yagız, Guner Oney, Rêzzan Erbekler, Nurcan Gunay, Guli Daşçi, Emine Erol, Selma Demircan, Guneş Susan, Gulbahar Saydut, Hêvidar Aydin, Rojin Durmaz, Sibel Akdeniz, Mubarek Guneş, Şirin Erturk, Zerga Açar, Ronahi Sirdaş û jinek ku navê nehat hînbûn."
Her wiha do li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş girtiyan dest bi greva bê dem û dorveger kirin.