Tahir Elçi li ber Mînareya Çar Ling hat bîranîn
- 14:18 28 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Baroya Amedê, Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê 3 sal berê hat kuştin, li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê ku lê hat kuştin bi bîr anî. Di meşa ji Edliyeya Amedê heta Sûrê de pankartên “Cînayetên ku dewlet nikare ronî bike tune ye. Cînayetên ku dewletê ronî nekirine hene." vekirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin.
Baroya Amedê, ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku 3 sal berê hat kuştin bi bîr bînin, ji Edliyeya Amedê heta Minareya Çarling a Sûrê ku Tahîr Elçî lê hat kuştin meşek girseyî pêk anîn. Parêzerên Baroya Amedê piştî meşê li ber Mînareya Çarling kom bûn û daxuyanî dan çapemeniye. Di bernameya bîranînê de Hevjîna Tarîh Elçî Turkan Elçî, nûnerên Baroyên Herêmê, Nûnerên Baroyên Dîlok, Îzmir, Enqere û Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB), Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Selçuk Mizrakli, Musa Farisogullari û gelek kesên din amade bûn. Bernameya bîranînê ji ber avahiya Edliyeya Amedê dest pê kir û heta Mînareya Çar Ling berdewam kir. Parêzeran di meşê de pankarta “Cînayetên ku dewlet nikare ronî bike tune ye. Cînayetên ku dewletê ronî nekirine hene." vekirin û xwest kujer bên dîtin û darizandin. Di meşê de polîsan girse dorpêç kir. Girseya parêzeran di bin dorpêça polîsan de heta Mînareyê meşiyan. Dema gihiştin ber mînareyê qeyda daxuyaniya dengê Tahir Elçî ya beriya bê kuştin dan guhdarkirin.
Piştî qeyda deng Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axavî û wiha got: “Ger ku li qadekê bêhna mirinê belav bûbe, bi qasî li hevhatina bi wê qadê re zor e, mirov pişta xwe bide wê qadê jî ew qas zor e." Aydin Mînareya Çarling nîşan da û wiha berdewam kir: "Em jî û dostên Tahîr Elçî jî bi qasî bi vê mînareyê re li hev bên, ew qas pişta xwe bidin vê mînareyê jî zor e. Piştî Elçî di qanalek televîzyonê de axivi bi lez li pişt wî manşet avêtin hemû stûnên rojnameyan. Yên bi lîncê xwe xwedî dikin ketin pêşbirgê. Lê dîsa Elçî yek gav jî paşve navêt."
Serokê Baroyê Cîhan, destnîşan kir ku piştî Elçî hat kuştin îktîdarê soz da wan ku kujer ronî bikin û wiha berdewam kir: "Gotin em dê vê vînayetê ronî bikin. Lê piştî vê gotinê 3 sal derbas bûn. Hêj heta niha gavek jî nehatiye avêtin. Hêj 3-5 boçikên guleyan jî kom nekirine. Hin dîmenên kamerayan ji holê winda bûn. Hin kamera xera bûn. Çima ev dîmen winda bûn û ji holê rabûn. Hêj kujer di nava me de digerin. Dixwazin dosya Tahir Elçî jî wekî hezaran dosyayên kujer nediyar di nava dosyayên din de winda bikin. Ji înadê re em dê doza Elçî bişopînînin.
Cîhan, da zanîn ku Rojnameger Hrand Dînk û Tahîr Elçi bi heman rêbazê hatin kuştin û hem Tahîr û hem jî Hrand wekî hev bi deverû li ser vê axê dirêj bûn. Ewil fikrên wan lînç kirin û piştre mahkûm kirin. Piştre kirin manşetên rojnameyan. Her du jî kirin hedef. Hrant, ji axa lê ji dayik bû têr nebûbû. Digot ‘Em Ermenî çavê me li vê axê heye. Ji ber ku koka me li vir e. Lê xema nexwin. Ne ji bo em vê axê bistîn. Ji bo em biçin li bin vê axê razên.' Li dijî vê daxwaza wî bi awayekî keleşî hat kuştin. Hrant û Tahîr weki hev li ser vê axê dirêj bûn. "
Cîhan, da zanîn ku Elçî ji bo di vê pêvajoyê de alozî kûrtir nebe tekoşiya û wiha bi dawî kir: "Li gorî rêxistinên mafên mirovan Li Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Hezex u sûrê 79 zarok û 71 jin bi gişti herî kêm 321 sivîl hatin kuştin. Di qedexeyan de Milyonek û 600 hezar raste rast ketin bin bandora van qedexeyan. Dema nû qedexe û pevçûnan dest pê kir Birêz Tahir Elçî li dijî îhlalên mafên mirovan tekoşiya. Di pêvajoya li Farqîn, Cizîr û Nisêbînê şer herî zêde dijwar bû, çû lêkolîn kir û xwest hem şer rawestîne û hem jî binpêkirina mafên mirovan bike rapor. Elçî Evîndarê Amedê bû. Li dijî talankirina dîrok û çandê ji bo li dîrok û çandê xwedî derkeve daxuyani da û hat kuştin. Hemû jiyana wî û têkoşîna wî ji bo parastina mafên mirovan û aştiyê bû. Di ser de çend sal derbas bibin jî em dest ji vê dozê bernadin. Heta kujer bên dîtin û darizandin têkoşîna me dê bidome."
Piştî axaftinê qurnefîl danîn cihê Tahîr lê hat kuştin. Piştî parêzeran qurnefil danîn cîhê Tahîr lê hat kuştin dawî li çalakiyê anîn.