Li Tirkiyeyê jin xwe di ewlehiyê de hîs nakin
- 11:11 28 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîna ku Weqfa Avon derbarê jinan de kiriye, tê diyar kirin ku li tevahiya cîhanê her ji 5 jinan yek li civaka ku lê dijî xwe di ewlehiyê de hîs nake û li Tirkiyeyê ev rêje derdikeve 51'ê.
Ji aliyê Weqfa Avonê ve li 15 welatan bi tevlibûna 14 hezar û 400 jinan lêkolîn hat kirin. Li gorî lêkolîna ku hatiye kirin; li tevahiya cîhanê her ji 5 jinan li civaka ku lê dijî xwe di ewlehiyê de hîs nake û ev rêje li Başûrê Afrîkayê ji sedî 47 e û li Tirkiyyê jî ji sedî 51'ê.
Di warê curyê destdirêjiya ne fizîkî de jî, di asta global de ji sedî 59 'ê jinan di bawariya ku wê pergala hiqûqê destdirêjiyê wekî sûc binirxîne û ji sedî 55 jî dibêjin ku divê destdirêjiya di warê aborî de wekî sûc bê dîtin.
Li Rûsyayê jin ji sedî 27 dibêjin bila destdirêjiya psîkolojîk sûc bê dîtin û li Tikriyeyê jî ji sedî 38 dixwazin ku destdirêjiya psîkolojîk sûc bê dîtîn lê ev rêje li Fîlîpînê ji sedî 87 û li kolobiyayê jî ji sedî 77 e.