Xebatkarên rojnameyê serbest hatin berdan
- 09:17 28 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Xebatkarên Rojnameya Jiyana Nû di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Wan bû hatibûn binçavkirin. Xebatkarên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.
Di çarçoveya operasyona ku navenda wê Wan bû û li Stenbol, Edene û Îzmîrê xebatkarên Rojnameya Jiyana Nû hatibûn binçavkirin. Xebatkarên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Şukran Erdem, Ferhat Duman, Murat Karakaş, Ozkan Akyurek bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Xebatkarên rojnameyê Mizgin Fendik, Naci Erdem û Suat Karagoz bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3 xebatkarên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatin berdan.