Qedexeya li Licê hat rakirin

  • 09:15 28 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Li 11 gund û mezrayên girêdayî navçeya Licê ya Amedê qedexeya kolanan ya di 26'ê Mijdarê de hatibû îlankirin, rabû.  
 
Qedexeya derketina kolanan a Walîtiya Amedê li gundên Bayirli, Baharlar, Yaprakkoy û Yunluce û li mezrayên Konuklu, Yeşîlburç, Mehmedil, Saglık, Gonen, Hamzabey û Kumumirza yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê rakir. Qedexe di 26'ê Mijarê de ji saet 06.00'an pê ve dest pêkiribû û di şeva 27'ê Mijdarê saet 24.00'an de bi dawî bû. Her wiha piştî îlankirina qedexeyê bi tevlîbûna tîmên taybet û yekîneyên taybet li herêmê operasyon hatibû dest pê kirin, lê di warê operasyonê de tu agahî nehat bi dest xistin.