Ne wargeha xwendekaran e, girtîgeh e

  • 09:10 28 Mijdar 2018
  • Rojane
WAN - Xwendekarên jin ên li YYU dixwînin, diyar kirin ku li wargeha ku nikarin derkevin baxçeyê wê, di odeyên ku 2 kes dikarin lê bimînin, 6 kes dimînin, mifteyên deriyê wan tune ye, peywirdarên wargehê bi awayekî kêfî tên odeyan kontrol dikin.
 
Binpêkirinên li zanîngehan li hember xwendekaran pêk tê li wargehan jî tên jiyîn. Xwendekarên ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin li wargehan bimînin, bi gelek pirsgirêkan re tên rû hev. Wargehên divê hewcedariyên ewlehî û starbûna xwendekaran pêk bîne, ji şertên xwe dûr e.
 
Pêkanînên ku xwendekarên jin ên li wargehên girêdayê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê dimînin, pê re tên rû hev, pirsa ‘Wargeh e an girtîgeh e’ tîne hişê mirovan. Ji xwendekaran Hatîce Ozer wiha got: “Li wargehê gelek pirsgirêk tên jiyîn. Carna em nikarin dersên xwe jî bixebitin.”
 
‘Xwarinên wê nayên xwarin’
 
Hatîce ya ji xwarinên wargehê bi gazinc e wiha got: “Xwarin wek em dixwazin çê nabin. Tiştekî naxin xwarinan. Em dixwazin bixwe çê bikin lê nahêlin em tiştekî bikin hundir. Nahêlin em hewcedariyên xwe yên taybet jî bigirin hundir.”
 
Wargeh e yan girtîgeh e?
 
Hatîceyê destnîşan kir ku destûr nayê dayin ku derkevin baxçeyê wargehê, çalakiyên werzîşê jî nayên kirin û wiha berdewam kir: “Piştî li kampusê dersên me diqedin, em neçar dimînin biçin wargehê. Em nikarin derkevin derveyê wargehê. Ji ber vê em pir tengezar dibin.”
 
Xwendekarek din a nexwest navê xwe bide wiha got: “Di odeyên divê 2 kes bimînin em 6 kes dimînin. Em nikarin dersan bixebitin. Nivînên me ne rehet in. Em du heval heman nivînê carna parve dikin. Mifteyên odeyan tune ye. Peywirdar rast e rast dikevin hundir. Her tim li odeyan lêgerîn dikin.”