‘Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû gelê Kurd e’

  • 09:03 28 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexê diyar kirin ku sedema kaosa li Tirkiyeyê tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin bersiva li hember pergal û polîtîkayên şaş e. Daxwaza ji bo bidawîkirina tecrîdê ya hemû gelê Kurd e. Yên tecrîdê bişkînin jî jin in."
 
Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Giştî ya KCD’ê Leyla Guven bi armanca balê bikşîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê dest bi greva birçîbûnê kir û greva wê didome. Jinên Şirnexê piştgiriya ji bo çalakiyê anîn ziman û diyar kirin heta dawî ew li pişt berxwedanê ne û çi bikeve ser milê wan wê bikin. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven ji her derê tê û bi taybet jî jin piştgiriya xwe deklere dikin.
 
‘Heta tecrîd ranebe wê kaos jî bidome’
 
Zozan Aksu bi lêv kir ku ew wek jinên ciwan wê di her şert û mercî de ligel Leyla Guven bin û ev tişt bi lêv kir: “Ev grev ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. Em jî vê tecrîdê lanet dikin. Em jinên Botanê xwedî li çalakiya Leyla Guven derdikevin û heta dawî em ê têbikoşin.”
 
‘Rakirina tecrîdê daxwaza gelê Kurd e’
 
Zozanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Daxwaza gelê Kurd jî derbarê dawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Ev 20 sal e tecrîdek giran pêk tê. Ji 2016’an heta niha hevdîtin pê re nayê kirin. Di esasê de tecrîd li ser hemû gelê Kurd pêk tê. Sedema kaosa li Tirkiyeyê jî tecrîd e. Heta em agahiyê ji Rêbertiyê negirin wê ev şer û kaos jî bidome. Divê demildest hevdîtin bên kirin.”
 
‘Yên tecrîdê bişkînin jin in’
 
Leyla Kilinç jî destnîşan kir ku çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin bersiva li hember pergal û polîtîkayên şaş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 3 sal e Birêz Ocalan bi şertên tecrîdê re bi tena serê wî hatiye hiştin. Em jinên Kurd dixwazin demildest ev tecrîd rabe. Daxwaza Leylayê daxwaza hemû gelê Kurd e. Ji ber li Tirkiyeyê bersiva tecrîdê nayê dayîn her roj pirsgirêkên cuda dertên holê. Ev di qada çand, aborî û perwerdeyê de xwe dide der. Yên tecrîdê bişkînin dîsa em jin in. Em tu car bêdeng nemînin.”
 
Jina bi navê Asya Tay destnîşan kir çalakiya Leylayê daye destpêkirin ji bo aştî û wekheviyê ye û wiha berdewam kir: “Kezeba dayikan dişewite. Em Dayikên Aştiyê em jin, ji bo ev êş bi dawî bibe hewl didin. Em dizanin ku Rêberê me ji bo ku aştiyê ji bo ku azadiyê dixwaze, tê tecrîdkirin. Divê demildest tecrîd rabe.”
 
‘Doza me doza aştî û azadiyê ye’
 
Fatma Kartal jî bi lêv kir ku Leyla Guven ji bo aştî bê vî welatî bi rojan e di greva birçîbûnê de ye û wiha dawî lê anî: “Em naxwazin kes êşê bikşîne. Divê ev tecrîd rabe û bersiva daxwazên gelê Kurd bê dayîn. Doza me doza aştî û azadiyê ye.”
Emîne Ozel jî wiha got: “Ez tecrîdê lanet dikim.Ez polîtîka û zextên li ser jinan lanet dikim. Ez Leyla Guven jî silav dikim. Em ê piştgiriya xwe ji bo wê bidomînînin. Roj roja şeref û namûsê ye.”