ROJEVA 28'Ê MIJARA 2018'AN
- 09:00 28 Mijdar 2018
- Rojev
*Ayşe Acar Başar diyar kir ku biryara DMME’ê ya derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de, hewldana tasfiyekirina HDP’ê tasdîk dike û wiha got: “Alternatîfa Tirkiyeyê ya ‘ez pêk naynim tune ye’. Ezmûnek mezin hiqûqa Tirkiyeyê dipê.”
*Jinên Şirnexê diyar kirin ku sedema kaosa li Tirkiyeyê tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin bersiva li hember pergal û polîtîkayên şaş e. Daxwaza ji bo bidawîkirina tecrîdê ya hemû gelê Kurd e. Yên tecrîdê bişkînin jî jin in." DÎMEN HEYE
*Civaknas Halîde Turkoglu, ji ber şîdeta mêr a bi destên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn ji nû ve hatiye teşekirin, teşîr kir, rastî salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat.
*Jina bi navê Havva Kelekçîer ev 35 sal in li beşa ku mirî tên şuştin ‘gasilxanê’ miriyan dişo. Havva diyar dike ku kes cesaret nake vî karî bike, lê her kes ji vê pîşeyê kêfxweş e.DÎMEN HEYE
*Xwendekarên jin ên li YYU dixwînin, diyar kirin ku li wargeha ku nikarin derkevin baxçeyê wê, di odeyên ku 2 kes dikarin lê bimînin, 6 kes dimînin, mifteyên deriyê wan tune ye, peywirdarên wargehê bi awayekî kêfî tên odeyan kontrol dikin.
*Kadriye Kuran ku yek ji sembola Jinên Kurd e, ji jinan re mîrateyek tije têkoşîn hişt. Banga Kadriyeyê ya ji bo dewletê niha Parlamentera HDP’ê Leyla Guven bi çalakiya xwe dubare dike; “Aştî li Tirkiyeyê tê, hembêzkirin lê tê. Li şûna Îran, Iraq û DYA’yê biçin Îmraliyê.”