Xwendekara ODTU'yê Îrem Kutuk jiyana xwe ji dest da
- 13:16 27 Mijdar 2018
- Rojane
ENQERE - Kamyona ket baxçeyê kampusa Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU), bû sedema kuştina xwendekara pola 4'emîn Îrem Kutuk. Dema Îrem li peyarêyê dimeşiya, deriyê kasa kamyonetê li serê wê ket û jiyana xwe ji dest da.
Duh li Hevrazê Herêma Yurdên Rojhilat dema xwendekara pola 4'an a ODTU Îrem Kutuk bi rêve diçû, kamyona aydî Midûriyeta Xizmetên Hundir a ODTU a plakeya wê 06 GJ 429 di tenişta Kutuk re derbas bû. Di derbasbûna kamyonê de deriyê kasa kamyonê vebû û li serê Îrem Kutuk a 21 salî ket. Heta ku yekineyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û bi ambulansê Îrem rakirin nexweşxaneyê, Îremê jiyana xwe ji dest da.