Li Stenbol, Riha û li Meletê gelek kes hatin binçavkirin
- 12:32 27 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi operasyona ku pêk hat, li Stenbol, Riha û li Meletê gelek kes hatin binçavkirin.
Bi operasyona ku pêk hat li 10 navçeyên Stenbolê, li Meletê û Rihayê herî kêm 55 kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
Li 10 navçeyên Stenbolê di serdegirtinên malan de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.
Li 10 navçeyên cuda yên Stenbolê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên tîmên taybet û TEM’ê oparasyon pêk anîn. Di serdegirtina malan de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Kolana Vatanê.
Li Meletê 7 kes hatin binçvkirin
Di encama serdegirtina malan a serê sibehê de tevî rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (KMM), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 7 kes hatin binçavkirin. Di encama serdegirtina malan de hinek deriyên malan hatin şikandin û dest xistin ser alavên elektronîk ên wekî telofon, komputurê. Parêzkarên mafên mirovan û siyasetmedarên ku bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin birin Muduriyeta Emniyetê ya Bajêr.
Kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne:"Hevserokê HDP'ê yê Meletê yê berê Ozcan Agdaş, Hevseroka DBP'ê ya Bajêr Nermin Tuncel, Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Meletê Gonul Ozturkoglu, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Battalgazî, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Yeşilyurdê Aziz Dogan, rêvebirên HDP'ê yên berê Hasan Karvar û Ahmet Turan Sertkaya hatin binçavkirin.
Li Rihayê 28 kes hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên do yên li Rihayê de 28 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat diyarkirin. Ji nav 28 kesên ku navên wan hat hînbûn wiha ne:"Veysel Erdem, Muharrem Erbek, Vahit Akgun, Halit Durdu, Bêrivan Canpolat, Mustafa Altndag, Mehmet Tamamboga, Halil Uluk, Abdullah Guven, Ishak Gunduz, Ferhat Unus, Salih Erbekler."