Fatîme Saltan a li Dêrsimê hat qetilkirin defin kirin

  • 12:17 27 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED-Malbata endama HPG'ê Fatîme Saltan a li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Mardînkapi ya Amedê defin kirin. 
 
Di 17'ê Îlonê de li Dersimê operasyon pêk hatibû. Di operasyonê de 4 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji endamên HPG'ê Fatime Saltan (Azime Çınar) bû. Malbata Fatîme Saltan piştî cenazeyê keçax we ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin, anîn Amedê. Malbatê Cenazeyê Fatîme li Goristana Mardînkapi ya Navçeya Sûra Amedê defin kirin. Polîsan beriya cenaze bê definkirin, goristan dorpêç kirin. Polîsan destûr neda ku ji xeynî xizmên Sultan kesên din derbasî goristanê bibin. Piştî malbatê Fatîme definkir, ji ser goristanê vegeriyan.