Serbestberdana tecawizkar bû sedema întîhara 2 xuşkan

  • 11:56 27 Mijdar 2018
  • Rojane
URFA - Li navçeya Halîliye ya Rihayê 2 xuşkên ku ji aliyê  bavê xwe ve bi êrîşa zayendî re rûbrû man, ji ber ku mêrê êrîşkar serbest hat berdan hewl dan întîhar bikin.
 
Li navçeya Halîliye ya Rihayê 2 xuşkên ku ji aliyê  bavê xwe ve bi êrîşa zayendî re rûbrû man, ji ber ku mêrê êrîşkar serbest hat berdan hewl dan întîhar bikin. Jinan diyar kir ku êrîşa li wan hatiye kirin bi rapora nexweşxaneyê îspat kirin, rapor di dema dadgehê de hatine guhertin û daraz dixwaze piştevaniya mêrê êrîşkar bike.
 
Dayika ku bû şahidê du zarokên wê hewl didin li baxçeyê sîteyê întîhar bikin got divê ku li dijî êrîşa zayendî kesek bêdeng nemîne. Her du xuşkan got ku dozgerê biryara tahliyeya êrîşkar daye divê bê cihê bûyerê û ger ku neyê ew ê întîhar bikin .2 xuşkên ku ji aliyê kesên li derdorê ve hatin îknakirin rakirin nexweşxaneyê û gitin bin lênêrtinê.
 
Hat aşkerakirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.