Ji ber gazê jinekê jiyana xwe ji dest da
- 11:31 27 Mijdar 2018
- Rojane
BURSA - Jina bi navê Alara Kocabaş dema ku serê xwe dişuşt ji ber gaza şohbenê jiyana xwe ji dest da.
Li Navçeya Osmangazî ya Bursayê jina bi navê Alara Kocabaş(20) a ku xwendekara beşda Civanasiyê ya Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Uludagê bû, dema ku serê xwe dişuşt ji ber gaza şohbenê jiyana xwe ji dest da.
Dema ku Alara demeke dirêj ji banyoyê dernakeve malbata wê dikevin banyoyê û dibînin ku Alara li erdê ye. Bi agahiya malbatê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Alara rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê. Alarayê jiyana xwe ji dest da.